Balafirgeha Mûsilê piştî 11 salan ji nû ve vedibe

05-11-2025
RÛDAW
Nîşan Balafirgeha Mûsilê Vebûn DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Veguhastinê ya Îraqê ragihand ku Balafirgeha Navneteweyî ya Mûsilê dê sibe dest bi seferên navxweyî bike.

Balafirgeha ku ji aliyê DAIŞê ve hatibû girtin piştî 11 salan ji nû ve vedibe.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îraqê (INA), Wezîrê Veguhastinê Rezaq el Sadawî ferman daye ku Balafirgeha Navneteweyî ya Mûsilê roja pêncşemê dest bi seferên navxweyî bike.

Rezaq el Sadawî her wiha diyar kir ku ji bo destpêkirina seferên navneteweyî xebat didomin.

"Balafirgeh bi temamî amade ye"

Birêvebirê Kompanyaya Giştî ya Rêveberiya Balafirgeh û Navîgasyona Hewayî (GCAAN) Husên el Zubeydî jî diyar kir ku balafirgeh ji aliyê hemû warên teknîkî û lojîstîkî ve temam û amade ye.

Husên el Zubeydî da zanîn ku balafirgeh li gorî standardên navneteweyî û bi sîstemên pêbawer hatiye nûjenkirin.

Zubeydî her wiha da zanîn ku bi Îraq Airwaysê re hevahengî berdewam dike da ku li gorî planên firînê yên kompanyayê dest bi seferên navxweyî bê kirin û demeke nêzîk ji bo seferên navneteweyî amadehî bên kirin.

Birêvebirê Balafirgehê Emmar Heyder destpêka meha tebaxê ji Rûdawê re ragihandibû ku balafirgeh di qonaxa dawî ya wergirtina lîsansa xebatê ji Desthilata Asmanî ya Sivîl a Îraqê (ICAA) de ye.

Balafirgeh di dema şerê DAIŞê de wêran bûbû

Mûsila ku duyemîn bajarê herî mezin ê Îraqê ye, Hezîrana 2014an ji aliyê DAIŞê ve hatibû dagirkirin û wekî "paytexta xîlafetê" hatibû ragihandin.

Operasyona rizgarkirina bajêr Çiriya Pêşîn a 2016an dest pê kir.

Hêzên ewlehiyê yên Îraqê, Koalîsyona Navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîkayê û hêzên Pêşmerge bajar dorpêç kir û rêyên dabînkirinê yên DAIŞê qut kirin.

Balafirgeha Mûsilê Sibata 2017an hat rizgarkirin û bajar bi xwe jî 10ê Tîrmeha heman salê bi temamî hat kontrolkirin.

Lê belê balafirgeh di dema şer de rastî zerereke mezin hatibû.

Xebatên jinûveavakirinê Tebaxa 2022yan bi budceyeke nêzîkî 142,8 milyon dolaran dest pê kir.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Balafirgeha Navneteweyî ya Mûsilê 16ê Tîrmehê bi awayekî fermî vekiribû ku ev dîrok li salvegera rizgarkirina bajêr a ji destê DAIŞê ye.

Di balafirgeha nûjenkirî de avahiya termînala sereke, salona VIP, sîstemên radarê yên modern û pîsteke bi dirêjahiya 3 hezar metreyî hene.

Tê gotin ku balafirgeh salane xizmeta 630 hezar rêwî û 30 hezar ton kargoyê bike û di başbûna aboriya Mûsilê ya piştî şer de roleke girîng bilîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst