Beşîr Hedad: Hikûmeta karbirêker a Iraqê nikare rêkevtinên navdewletî hilweşîne

06-01-2020
RÛDAW
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad beşdarî bernameya Nûroja Dostan a Rûdawê bû
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad beşdarî bernameya Nûroja Dostan a Rûdawê bû
Nîşan Beşîr Hedad Parlamentoya Iraqê Amerîka Hêzên Biyanî Adil Ebdulmehdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê serokê parlementoya Iraqê ragihand, hikûmeta karbirêker a Adil Ebdulmehdî nikare rêkevtinên navdewletî îmze bike yan hilbiweşîne.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad beşdarî bernameya Nûroja Dostan a Rûdawê bû biryara parlamentoya Iraqê ya derxistin hêzên Amerîkî û hilweşandina rêkevtina emnî ya di navbera Amerîka û Iraqê nirxand.

Beşîr Hedad ragihand, hatina hêzên Amerîkî li ser daxwaza hikûmeta Iraqî bû, dema ku rêxistina DAIŞê beşek mezin ji Iraqê kontirol kiribû.

Herwiha Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê anî ziman, niha çend firakisyonên parlementoyê di wê baweriyê de ne , ku pêdîviya wan bi mayîna hêzên biyanî nemaye û êdî divê ew hêz ji Iraqê derkevin.

Beşîr Hedad diyar jî kir ku biryara parlamentoya Iraqê ya derxistina hêzên biyanî ragihand ku ew biryara parlamentoyê hikûmetê pabend nake bo cîbicîkirinê û got, “Ji ber ku wê biryarê hêza yasayî nîne, eger yasayî be hikûmet pabend dibû bo cîbicîkirinê. Ji ber hindê niha dikare pabend be û pabend nebe jî. Ji ber ku hikûmet, hikûmeteke karbirêker e û nikare destkariyê di rêkevtinên navdewletî de bike, îmze bike yan jî hilweşîne.”

Parlamentoya Iraqê duh kombûneke awarte saz kiribû bêyî beşdariya Kurd û piraniya endamên Sunne û biryara derxistina hêzên çekdar ên biyanî dabû. Herwiha biryara hilweşandina rêkevtina emnî ya di navbera Amerîka û Iraqê de jî di wê kombûna parlamentoyê de hatibû derkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst