Fayeq Zêdan: Avakirina hikûmeta nû dê nêzîkî 4 mehan biajo

09-11-2025
Nîşan Fayeq Zêdan Îraq Avakirina Hikûmetê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê Fayeq Zêdan, rêkar û demên destûrî yên avakirina hikûmeta nû ya Îraqê şirove kirin.

Fayeq Zêdan ragihand ku tê pêşbînîkirin pêvajo piştî hilbijartinê nêzîkî çar mehan biajo û got:

"Dibe ku ev dem bi hebûna vîneke siyasî, bê kurtkirin."

Qonaxên avakirina hikûmetê

Li gorî şiroveya Fayeq Zêdan, piştî ku Dadgeha Bilind a Federal encamên dawî yên hilbijartinê pesend kirin, Serokkomar di nava 15 rojan de daxwazê ji parlamentoya nû dike ku bicive û ew jî di rûniştina xwe ya yekem de serok û du alîkarên xwe hildibijêre.

Fayeq Zêdan li ser pêvajoya piştî van qonaxan jî ev agahî dan:

"Pişt re parlamento di nava 30 rojan de serokkomarekî nû hildibijêre, paşê serokkomarê nû di nava 15 rojan de avakirina hikûmetê dispêre berbijêrê fraksiyona herî mezin a parlamentoyê û berbijêrê raspardî dê hewl bide ku di nava 30 rojî baweriya parlamentoyê ji bo kabîneya xwe bi dest bixe."

Wî di şiroveya xwe de behsa wê yekê kir ku bi liberçavgirtina van demên destûrî, tevahiya dema pêwîst a ji bo avakirina hikûmeta nû dê piştî ragihandina encaman nêzîkî 4 mehan be lê dibe ku kar zûtir ji dema diyarkirî bi dawî bibin û li benda dawiya deman neyê sekinandin.

Fayeq Zêdan derengketina avakirina hinekan ji hikûmetên berê wekî "binpêkirineke eşkere ya destûrê" bi nav kir û got, ev yek ji ber "nebûna cezayê yasayî" çêbûye û hêvî kir ku di paşerojê de bê çareserkirin.

Hilbijartin

Îro li Îraq û Herêma Kurdistanê dengdana taybet tê kirin.

Di dengdana taybet a îro de, 1 milyon û 313 hezar endamên hêzên ewlehiyê (Pêşmerge jî di nav de ne) û  nêzîkî 26 hezar koçberan dê dengê xwe bidin.

Dengdanê saet 07:00an dest pê kir û dê saet 18:00an bi dawî bibe.

Li Îraqê dengdana giştî ya ji bo hilbijartinên parlamentoyê dê roja sêşemê (11ê vê mehê) bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst