Hewlêr (Rûdaw) - Bertekên li hemberî îmzekirina bîrnameya lihevtêgihiştinê ya dawî ya di navbera Îraq û Îranê de berdewam in.
Şêwirmendê Asayişa Niştimanî yê Îraqê ji Rûdawê re axivî û got, “Tişta ku me kiriye mafekî me yê asayî ye.”
Îro Çarşemê 13ê Tebaxa 2025an Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî ji Rûdawê re ragihand:
“Mafekî asayî yê Îraqê ye ku bîrnameyên lihevtêgihiştinê û rêkeftinên ewlehiyê bi welatên cîran, herêmî û navneteweyî re îmze bike.”
Erecî her wiha got, “Niha jî bîrnameyeke me ya hevkariya ewlehî û leşkerî ya di navbera Wezareta Parastinê ya Îraqê û Brîtanyayê de heye ku ji bo îmzekirinê amade ye.”
Îraq û Îranê 19ê Adara 2023yan li Bexdayê protokoleke ewlehiyê ya hevbeş îmze kiribû.
Li ser cudahiya bîrnameya roja duşemê û protokola 2023yan, Qasim Erecî got:
“Tişta ku di sala 2023yan de hat îmzekirin protokoleke ewlehiyê bû.
Îsal me ew protokol kir bîrnameyeke lihevtêgihiştinê ya ewlehiyê, ji vê zêdetir tiştek nîne.”
Bîrnameya ewlehiyê 11ê Tebaxa 2025an bi serpereştiya Serokwezîrê Îraqê, ji aliyê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî û Sekreterê Giştî yê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî ve li Bexdayê hat îmzekirin.
Li gorî nivîsgeha Serokwezîrê Îraqê, bîrnameya lihevtêgihiştinê ya ewlehiyê ya hevbeş “taybet e bi hevahengiya ewlehiyê ya li ser sînorên hevbeş ên di navbera her du welatan de.”
Berteka Amerîkayê
Şeva borî jî Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê di konferanseke rojnamegeriyê de bersiva pirsa Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washintonê Diyar Kurde ya derbarê bîrnameya lihevtêgihiştinê ya roja duşemê ya di navbera Îran û Îraqê de û projeyasaya Heşda Şeibî de da û got:
“Em li dijî her projeyasayeke ku li gel armancên hevkariya du alî û hevbeşiya ewlehiyê ya me ne guncav be û berevajî bihêzkirina saziyên ewlehiyê yên niha yên Îraqê be derdikevin.”
Tammy Bruceyê her wiha got, “Em piştgiriya serweriyeke rasteqîn a Îraqê dikin, ne ew projeyasayên ku Îraqê dikin welatekî dûvika Îranê.
Ji ber vê, ez bawer dikim di vê rewşa diyarkirî de, bêguman di rewşên din de jî, me eşkere kir ku divê paşeroja gelan di destê gelan bi xwe de be.”
Tammy Bruceyê got, “Bêguman pabendbûna me li vir, wekî ku me eşkere kir, ev rewş (tevgera taybet), berevajî wê pabendbûna ku bi giştî derbarê ewlehiyê de hebû ye.”
Li hemberî vê yekê Balyozxaneya Îraqê ya li Washingtonê û Balyozxaneya Îranê ya li Bexdayê bersiva gotinên Tammy Bruce dan.
Balyozxaneya Îranê ya Bexdayê dibêje, daxuyanî belgeyeke eşkere ya “tevgerên têkder ên Amerîkayê ne.”
Balyozxaneya Îraqê ya li Washingtonê jî ragihand ku Îraq welatekî xwedî serweriyeke tam e û mafê wê heye ku li gorî destûr û yasayên xwe yên neteweyî rêkeftin û bîrnameyên lihevtêgihiştinê îmze bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse