Hizbulaha Îraqê: Eger Amerîka bikeve şer, baregehên wan dê bibin cihên nêçîrê

19-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îraq Hizbulaha Îraqê Şerê Îran û Îsraîlê Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Leşkerî yê Ketaîb Hizbulaha Îraqê Ebû Elî Eskerî diyar kir ku Amerîka bikeve şer dê bargehên wan bibin cihên nêçîrê.

Ebû Elî Eskerî ji ser hesabê xwe yê Facebookê got, “Eger Amerîka bikeve nava vî şerî, wê demê Donald Trump, dê hemû ew trîlyon dolarên ku di xewnên xwe de ji bo destdanîna ser vê herêmê dibîne, ji dest bide; plan ji bo vê mebestê hatiye danîn."

Berpirsê Leşkerî yê Ketaîb Hizbulah a Îraqê di berdewamiyê jî de got, "Baregehên Amerîkayê yên li seranserê herêmê, dê bibin qada nêçîra betan. 

Tengava Hurmuzê û Bab el-Mendeb dê bên girtin û benderên petrolê yên li ser Deryaya Sor jî dê karên xwe rawestînin.

Behsa wan hejandinên çaverênekirî nakim ku dibe ku balafirên wan li asman tûşî wan bibin."

Ketaîb Hizbulaha Îraqê yek ji pêkhateyên wê grûpê ye ku xwe wekî "Berxwedana Îslamî ya Îraqê" dide nasîn û nêzîkî Îranê ye.

Ji berbanga 13ê Hezîranê ve şerê Îran û Îsraîlê bi tundî berdewam dike.

Îran bi dron û mûşekan êrişî Îsraîlê dike û Îsraîl jî navendên stratejîk û tesîsên atomî yên Îranê bombebaran dike.

"Niyeta Berxwedana Îslamî ya Îraqê nîne ku bikeve nav şer"

Fermandarê Heşdî Şebiyê yê li Wezareta Parastinê ya Îraqê Ebdulrehman Cezayirî beriya bi çend rojan ji Rûdawê re diyar kiribû ku Amerîkayê bi zelalî fermandarên Heşdî Şebî tehdîd kirine.

Fermandarê Heşdî Şebiyê behsa hêzên dewleta Îraqê kir û got:

“Li vir du hêz hene. Ya yekem, Heşdî Şebî girêdayî Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar e û divê pêbendî biryarên wê be û bêyî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar nikare tiştekî bike û ji bingehên xwe ve tevbigere.

Her çî komên çekdar in ku ji wan re Eniya Berxwedana Îslamî tê gotin ji aliyê baweriyê ve bi Îranê ve girêdayî ne.

Heta niha ti nîşan nîne ku ev dê êrişî baregehên Amerîkayê bikin an jî şer li Îraqê derxin û Îraq beşdarî wî şerî bibe.

Ya ku heye tenê tehdîd e, ti ragihandina fermî ya Eniya Parastina Îslamî ya Îraqê nîne ku tevlî nav şer bibe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst