Merwe Îsawî: Eger bi ser bikevim ez dê 150 alîgirên Real Madridê bizewicînim

19-10-2025
RÛDAW
Merwe Îsawî bû mêvana Rûdawê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Merwe Îsawî bû mêvana Rûdawê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Hilbijartin Parlamentoya Îraqê Namzed Real Madrid
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Namzeda Hevpeymaniya Tefewuqê û Birêvebira Hilberîna Dexlûdanê ya li parêzgeha Selahedînê ya Îraqê Merwe Îsawiyê ragihand ku eger di hilbijartinan de bi ser bikeve, dê mesrefa zewaca 150 ciwanên alîgirên Real Madridê ji kîsê xwe bide.

Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê dê 11ê Kanûna Paşîn werin kirin û namzed ji bo standina dengan sozên balkêş didin dengdêran.

Merwe Îsawiya ku xwe wekî alîgireke mezin a tîma futbolê ya Real Madridê dibîne di bernameya "Rojî Hîwa Cemal" de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

"Min biryar daye ku ji bo zewaca ciwanên alîgirên Real Madridê, bi taybetî 150 ciwanan, kampanyayekê li dar bixim.

Bi îzna Xwedê ez dê hemû hûrgilî û pêdiviyên zewaca wan wekî diyariyekê ji aliyê xwe ve, rasterast piştî serkeftinê, bidim ser milê xwe."

“Ez alîgira Real Madridê me”

Merwe Îsawiyê eşkere kir ku ev "diyariyeke şexsî ye" û karê wê yê fermî wekî parlamenterekê bêyî cudahiya alîgiriya tîman dê ji bo her kesî be û anî ziman:

"Rast e ez alîgira Real Madridê me lê eger ez bi ser bikevim, ez dê bêyî cudahiyê xizmeta her kesî bikim."

Îsawiyê li ser qeyrana karebayê ya Îraqê ku di dema hevpeyvînê de qutbûnê got:

"Mixabin ev pirsgirêk e ku Îraq bi giştî pê dinale.

Bi baweriya min pêdivî bi çareseriyeke bingehîn heye, ne çareseriyeke demkî."

Îsawiyê her wiha behsa qeyrana avê û bandora wê ya li ser sektora çandiniyê kir û da zanîn:

"Kêmbûna avê û daketina asta ava binê erdê dê bandoreke neyînî li ser demsala çandiniyê bike."

Merwe Îsawiya qala parastina mafên jin û zarokan jî kir û anî ziman:

"Pêwîst e zarok di salên destpêkê yên temenê xwe de di bin çavdêrî û hembêza dayîka xwe de bin.

Em dewleteke heta astekê medenî ne, ji ber vê yekê pêdiviya me bi yasayeke ku ji bo hemû çîn û tebeqeyan dadperwer be heye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst