Hewlêr (Rûdaw) - Şeva derbasbûyî 12 aliyên siyasî yên Iraq û Kurdistanê li Bexdayê baregahê Bizava Hîkme civiyan û ragihandin ku parastina bingehê dewletê, sîstema siyasî, demokrasî, bicîhkirina prensîbê radestkirina desthilatê bi awayê aştiyane xala bihevgehiştina hemûyan e û rûxandina wê xeta sor e.
Ew aliyên siyasî ku yên herî diyar Partiya Demokrat a Kurdistanê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Hevpeymaniya Fetih, Nesir, Hîkme û Dewleta Yasa bûn, ragihandin ku divê serokwezîr û hêzên ewlekariyê asayîşê dabîn bikin, samanê giştî û taybet biparêzin û pêwîst e Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar û saziyên pispor wan aliyan eşkere bikin ku destê wan di revandin, kuştin û birîndarkirina xwepêşanderan de heye.
Beşdarvanên civînê tekez dikin ku; divê Parlamento û hikûmet berdewam bicivin daku bilez daxwazên xwepêşanderan cîbicîh bikin, sîwana demkî bo cîbicîhkirina wan diyar bikin û ji dawiya 2019ê jî dirêjtir nebe. Herwiha pêşniyar dikin dadgeha taybet bi yekalîkirina dosyayên gendelan were aktîfkirin û aliyên siyasî pêbendê dûrketina ji destêwerdana di karûbarên wezaret û saziyên dewletê de bin.
Ew aliyên siyasî tekez dikin ku dive hemû pêbendê derxistina yasa û serrastkirina yasayên serekî bin li parlamentoyê bo pêşxistina sîstem û dabînkirina daxwazên gel ku ji van xalan pêk tên:
Serrastkirina yasaya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û bidawîkirina karê komisyona niha ya hilbijartinan û pêkanîna komisyoneke din.
- Derxistina yasaya hilweşandina îmtaziyatên berpirsên bilind, serokatiyan û pileyên taybet.
- Derxistina yasaya Dadgeha Federalî.
- Derxistina yasaya Encûmena Federalî.
- Derxistina yasaya Encûmena Avakirinê.
- Serrastkirina yasaya Desteya Destpakî.
- Derxistina yasaya tee v ji ku aniye.
- Derxistina yasaya petrol û gaze.
- Serrastkirina pêkhateya kabîneya hikûmetê bi awayekî berfireh.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse