Hewlêr (Rûdaw) - Konferansa Enerjiyê ya Îraqê dê li Bexdayê were lidarxistin û Tora Medyayî ya Rûdawê wekî hevbeş û sponsorê ragihandinê beşdarî konferansê dibe.
Serokê Platforma Bipêşvebirinê ya Îraqê diyar kir ku jîngeh, çavkaniyên enerjiyê û aboriya Îraqê dê mijarên sereke yên konferansê bin.
Konferansa Enerjiyê ya Îraqê dê 28 û 29ê Kanûna Paşîn a 2025an li Bexdayê were lidarxistin.
Di du rojên konferansê de bi rêya 14 panelên cihê dê li ser çend mijaran gotûbêj werin kirin.
Berfirehkirina aboriya Îraqê, bikaranîna enerjiya pak a li şûna enerjiya kevn, veberhênana karebayê û çend mijarên din ên aborî û enerjiyê dê werin gotûbêjkirin.
Serokê Platforma Bipêşvebirinê ya Îraqê Aştî Eladîn bû mêvanê Rûdawê û got:
“Armanca me ya ji konferansê gotûbêja rasterast a di navbera hikûmetê û sektora taybet de ye.
Ew jî ji bo bipêşxistina projeyên veberhênanê yên enerjiyê ye.
Em dê ronahiyê bixin ser astengiyên li pêşiya veberhênerên biyanî yên li Îraqê.”
Aştî Eladîn li ser bikaranîna enerjiya pak anî ziman:
“Veberhêner li ser wê yekê hemfikr in ku welat ji bo veberhênana enerjiya pak guncav e lê divê Hikûmeta Îraqê alîkariya wan bike.”
Aştî Eladîn diyar kir ku gelek mêvanên girîng ên ji nav û derveyî Îraq û Herêma Kurdistanê dê beşdarî konferansê bibin.
Konferans bi serpereştiya Serokwezîrê Îraqê tê lidarxistin û ew bi xwe jî dê beşdar bibe.
Her wiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, berpirsên payebilind ên Îraq û Herêma Kurdistanê, kompanyayên biyanî yên enerjî, petrol û jîngehê û rêxistina OPECê jî dê beşdar bibin.
Paneleke konferansê taybet e bi pirsgirêka hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de ye.
Aştî Eladîn destnîşan kir ku bi vê rêyê ew dixwazin her kes bi zelalî bizanin pirsgirêk çi ye û çawa dikare were çareserkirin.
Ji 25ê Adara 2023yan ve hinardekirina 450 hezar bermîl petrolê ya rojane ya Herêma Kurdistanê û Kerkûkê bi rêya boriya Îraq-Tirkiyeyê ber bi benderê Ceyhanê ve hatiye rawestandin.
Berdevkê Yekîtiya Pîşesaziyê ya Petrola Kurdistanê (APIKUR) Myles Caggins 23yê Kanûna Pêşîn a 2024an, ji Rûdawê re ragihand ku “rawestandinê 23 milyar heta 24 milyar dolar zerer li dahata Îraq û Herêma Kurdistanê daye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse