Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê ji Rûdawê re got, li Bexdayê rewşeke baş bo çareseriyê peyda bûye.
Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê, Dr. Beşîr Hedad ji Rûdawê re ragihand, di danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê de yên derbarê çareserkirina rewşa Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de, pêşveçûnên baş çêbûne.
Beşîr Hedad beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya şeva Sêşemiyê ya Rûdaw TVyê bû û li ser peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê, pirsgirêkên navbera herdu aliyan de, rewşa Kerkûkê û mûçeyên Hêzên Pêşmerge de axivî.
Beşîr Hedad derbarê civînên komîteya hevbeş a asayîkirina rewşa Kerkûkê û encamên wê de ragihand: “Rewşa Kerkûkê û navçeyên cihê nakokiyê, demek e ku di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê tê gotûbêjkirin. Çend şand hatine pêkanîn daku di hemû aliyan de behsa vê mijarê bikin.”
Hedad diyar kir, niha li Bexdayê rewşeke baş bo çareseriyê peyda bûye.
Dr. Beşîr Hedad dibêje, Bexda baş dizane ku pirsgirêka Kerkûkê û navçeyên cihê nakokiyê, bêyî Herêma Kurdistanê nayê çareserkirin, pirsgirêka wan navçeyan tenê bi rêya hebûna Artêşa Iraqê çareser nabe, divê Pêşmerge bi Artêşa Iraqê re hebin.
Hedad herwiha got, hebûna vê baweriyê li Bexdayê, rê li ber çareserkirina prisgirêkan xweş dike.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê da xuyakirin: “Niha rewşeke gelek baş heye, rewşeke baş li Bexdayê û li Herêma Kurdistanê jî heye ji bo çareserkirina hemû wan kêşeyên ku hene, çi kêşeyên aborî bin, çi kêşeya navçeyên cihê nakokiyê be. Ew gotûbêj dê berdewam bin, ew şanda ku li Bexdayê ye, çend caran civîn kirine û pêşkevtin bi dest xistine. Em hêvî dikin di pêşerojeke nêzîk de ev mijar bi şêweyekê baş û di çarçoveya Destûra Iraqê de bihê çareserkirin.”
Dr. Beşîr Hedad derbarê pêşveçûnên navbera pêkhateyên Kerkûkê yên ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê de jî diyar kir: “Niha hemû pêkhateyên Kerkûkê û navçeyên cihê nakokiyê ew yek bawer kirine ku divê ev kêşe were çareseririn. Bi mana vê kêşeyê bi vî awayê niha, tenê Kurd zirarê nekin, lê belê Ereb û Tirkmenên wê navçeyê jî zirarê dibînin, lewma hemû alî û pêkhate kar ji bo wê yekê dikin ku ev mijar dawî pê were û bi şêweyekê yasayî di çarçoveya Destûr de kar jê re were kirin.
Bo vê mebestê jî niha UNAMI ketiye devrê, hikûmeta Iraqê jî niha bi baweriyeke zêdetir ji vê mesleyê mêze dike û dixwaze ev mesele were çareserkirin. Ew bi xwe jî dizanin bêyî Kurd ev mesele nayê çareserkirin, bêyî Herêma Kurdistanê ew kêşe nayê çareserkirin. Tenê bi Artêşa Iraqê nayê çareserkirin, eger ku pêşmerge pê re nebe. Diristbûna baweriyeke wiha li Bexdayê, rê li ber çareserkirina kêşean xweş dike.”
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê destnîşan kir, di demeke gelekî nêzîk de Bexda dê mûçeyên Hêzên Pêşmerge bişîne Hewlêrê.
Dr.Beşîr Hedad got: “Mûçeyê pêşmerge, hemû tiştên wê temam bûne, îmze hatine kirin û rizamendî li ser hatiye dayîn, û Wezîrê Darayî jî îmze li ser kiriye, lî li Wezareta Darayî pêwîstî bi hin rêkaran heye, li benda wê yekê ne, li gel wê şanda ku tê Bexdayê hinek hesabên Herêma Kurdistanê û Bexdayê tê kirin, piştî vê yekê dê di nêîzktirîn dem de ew pere jî were şandin.”
Derbarê pereyê genimê cotkaran de jî, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê, Dr. Beşîr Hedad da xuyakirin, ku çend caran ji bo vê pirsê, ew bi Serokwezîrê Iraqê û wezîrên bazirganî û çandiniyê re civiyane û soz ji wan standine, ku dê beşek di vê demê de bigihe cotkaran û beşê din jî di demeke nêzîk de dê bigihe destê wan.
Beşîr Hedad got, ev mijar zêdetir babeteke yasayî ye û tekez kir, hinek ji pereyên genimê cotkaran di sala 2016ê de ji aliyê Wezareta Darayî ve hatiye xerckirin, lewma niha ew wezaret nikare careke din vî pereyî xerc bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse