Hûsî: Me du destroyerên Amerîkayê û keştiyeke Îsraîlê kirin hedef

30-04-2024
Nîşan Hûsî Deryaya Sor Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hûsiyan ragihand ku wan li Deryaya Sor êrişî du destroyerên Amerîkayê û li Okyanusa Hindê jî êrişî keştiyeke Îsraîlê kiriye.

Hûsiyan da zanîn ku wan êrişên xwe bi dronan pêk anîne.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî destnîşan kir ku êrişên wan gihiştine armanca xwe.

Li hêla din, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî daxuyand ku Hûsiyan li Deryaya Sor sê mûşekên balîstîk berdane û dron şandine Deryaya Sor.

Hûsiyên li Yêmenê yên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 31ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve li Deryaya Sor dest datînin ser hinek keştiyên bazirganiyê û carinan jî bi dron û mûşekan êrişî keştiyan dikin.

Hûsî dibêjin ku van êrişên xwe bi armanca tolhildana Xezeyê dikin.

Piştî van êrişên Hûsiyan gelek şirketan seferên xwe yên li Deryaya Sor rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst