Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê xalên nû kontrol kirin

01-12-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Sûriye Quneytra
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên artêşa Îsraîlê li parêzgeha Quneytrayê ya Sûriyeyê derbasî du deverên din bûn.

Ajansa Fermî ya Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) ragihand ku hêzeke Îsraîlê ya ji 3 tank û 2 wesayîtên Hummerê pêk dihat, ketiye tevgerê.

Hat diyarkirin ku ev hêz derketiye ser Girê Ebû Qebîs ê li derdora gundê Eyn Zîwanê yê li başûrê Quneytrayê.

Xala leşkerî ya demkî

Her îro, hêzeke din a Îsraîlê ber bi gundewarê başûrê Quneytrayê ve bi pêş ve çû.

Li gorî çavkaniyên Sûriyeyê, hêzên Îsraîlê li wê derê xaleke leşkerî ya demkî daniye û dest bi kontrola rêwiyan kiriye.

Her wiha dewriyeyeke Îsraîlê ya ku ji 2 wesayîtên leşkerî pêk dihat, ji bajarokê Berîqayê ber bi gundê Kodenayê ve çû.

Pevçûnên li Beyt Cinê

Ev rûdan piştî çend rojan ji êrişeke Îsraîlê ya li bajarokê Beyt Cinê yê li gundewarê Şamê tê.

Piştî wê êrişê di navbera xelkê bajarok û leşkerên Îsraîlê de pevçûn derketibûn.

Di encamê de 20 kes ji wê deverê hatibûn kuştin û 6 leşkerên Îsraîlê jî birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst