ENKS bi Ehmed Şer re civiya: ‘Divê Kurd bibin şirîkên sereke’

3 demjimêr berê
RÛDAW
Feysel Yûsif bû mêvanê bultena Rûdawê / Wêne: Rûdaw Grafîk
Feysel Yûsif bû mêvanê bultena Rûdawê / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Feysel Yûsif Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Ehmed Şer Sûriye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya bilind a Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) li Şamê bi Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya.

Şandeya bi serokatiya Mihemed Îsmaîl îro bi Ehmed Şer re û doh jî bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî re civiya.

Di şandeya ENKSyê de Mihemed Îsmaîl, Silêman Oso, Feysel Yûsif, Nîmet Dawûd û Fesla Yûsifê cih girt.

Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif bû mêvanê bultena Rûdawê û diyar kir ku serdana wan li ser daxwaza fermî ya Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê bûye û got:

"Me di civînan de anî ziman ku em hêzeke sereke ya mixalefetê ne.

Em ji bo gihandina dengê gelê Kurd li vir in.

Pirsgirêka Kurdan ne tenê pirsgirêka herêmekê ye, pirsgirêka niştimanî ya hemû Sûriyeyê ye."

Berdevkê ENKSyê tekez kir ku “divê Kurd di Sûriyeya paşerojê de bibin şirîkên sereke” û mafên wan di destûrê de werin parastin.

Yûsif ragihand ku helwesta Ehmed Şer û Eshed Şeybanî erênî bûye û behsa Biryarnameya Serokkomariyê ya Hejmar 13an a li ser mafên Kurdan hatiye kirin û anî ziman:

"Me nêrîna xwe bi zelalî gihand wan.

Heta Kurd bi ser nekevin û nebin şirîkên rasteqîn, Sûriye jî bi ser nakeve."

Mijareke din a sereke ya civînên Şamê vegera koçberan bûye.

Feysel Yûsif diyar kir ku vegera koçberan a Serê Kaniyê, Efrîn û deverên din mijara sereke bûye û di demeke nêzîk de dê encamên erênî derkevin holê.

Berdevkê ENKSyê li ser vegera Pêşmergeyên Roj got:

"Di civînan de behsa vegera Pêşmergeyên Roj nehat kirin."

Feysel Yûsif anî ziman ku di vê qonaxê de ya girîng bicihanîna peymanan û parastina ewlehiya xelkê ye.

Yûsif di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser yekhelwestiya aliyên Kurdistanî û da zanîn ku ji bo misogerkirina mafên neteweyî di vê guherîna siyasî de yekîtî girîng e.

Serokkomariya Sûriyeyê jî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku Ehmed Şer şandeya ENKSyê li Koşka Gel pêşwazî kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, Ehmed Şer tekezî li ser pêbendbûna xwe ya ji bo misogerkirina mafên welatiyên Kurd a di çarçoveya destûrê de kiriye.

Her wiha hat gotin ku şandeyê Biryarnameya Hejmar 13an erênî pêşwazî kiriye û ew wekî gaveke girîng a ji bo parastina taybetmendiyên çandî û civakî ditiye.

Ehmed Şer 16ê Kanûna Paşîn a 2026an biryarnameyek derxistibû û tê de Kurd wekî "beşeke bingehîn û resen a gelê Sûriyeyê" naskiribûn.

Ehmed Şer her wiha zimanê Kurdî wekî "zimanekî niştimanî" nas kir û Newroz jî kir bêhnvedana fermî.

Di Biryarnameya Hejmar 13an de hat destnîşankirin ku nasnameya çandî û zimanî ya Kurdan beşeke nasnameya niştimanî ya Sûriyeyê ye.

Yek ji xalên herî girîng ên biryarnameyê betalkirina encamên serjimêriya sala 1962yan a parêzgeha Hisîçayê ye.

Bi vê biryarê re dê welatînameya Sûriyeyê bidin hemû Kurdên ku li Sûriyeyê dijîn û berê bênasname hatibûn hiştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst