Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Asayîşa Helebê ragihand ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê 3 sivîlan canê xwe ji dest daye.
Asayîşê diyar kir ku hêzên hikûmetê "dron û nîşangeran" bi kar tînin û binesaziya av û elektrîkê dikin hedef.
Li aliyê din, Endamê Encumena Tenduristiyê ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşfrefiyeyê Dr. Azad Reşo ji Rûdawê re ragihand ku li nexweşxaneyê 18 birîndar hene ku 3 ji wan ji ber nebûna pêşwîstiyên tenduristiyê nikarin bên dermankirin.
Hêzên Asayîşa Helebê ya girêdayî Rêveberiya Xweser li ser şer û pevçûn li taxên Kurdan ên Helebê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber topbaran û mûşekbarana komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê hejmara qurbaniyan zêde bûye.
"Sûcên şer in"
Li gorî daxuyaniyê, 3 sivîlan canê xwe ji dest daye ku du ji wan jin in.
Her wiha li gorî amarên destpêkê 11 kesên din jî birîndar bûne.
Asayîşê destnîşan kir ku êriş berdewam in û rêbazên nû tên bikaranîn û got:
"Topbaran berdewam dike û dron tên bikaranîn. Her wiha nîşanger û çekên giran tên bikaranîn ku jiyana sivîlan dixe metirsiyê."
Hêzên Asayîşê van êrişan wekî "sûcên şer" û "pilankirî" bi nav dike û dibêje:
"Bi awayekî sîstematîk binesazî û xizmetguzariyên sereke dikin armanc, di nav de av û elektrîk hene da ku karesatên mirovî kûrtir bikin."
Li Helebê şer dijwar dibe
Rewşa ewlehiyê ya li bajarê Helebê ji îro sibehê ve ber bi aloziyeke metirsîdar ve çûye û şerê dijwar di navbera Asayîş û hêzên hikûmeta Sûriyeyê de dest pê kiriye.
Her du alî jî hevdû bi destpêkirina êrişan û bikaranîna çekên giran tohmetbar dikin.
HSDyê destpêkê ragihandibû ku jineke bi navê Fatîme Hemadeyê canê xwe ji dest daye û 17 kes birîndar bûne lê niha Asayîş dibêje 3 kesan canê xwe ji dest daye.
Her wiha Endamê Encumena Tenduristiyê ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşfrefiyeyê Dr. Azad Reşo ji Rûdawê re ragihand ku 18 birîndar li nexweşxaneyan hene.
Dr. Azad Reşo da zanîn ku birînên 3 kesan giran in û ji ber nebûna pewîstiyên tenduristiyê ew nikarin wan birîndaran derman bikin.
Li aliyê hikûmetê jî kuştî û birîndar hene
Li aliyê din, Rêveberiya Tenduristiyê ya Helebê ya ser bi hikûmetê ve jî ragihand ku li taxa Meydanê 3 welatiyên sivîl hatine kuştin ku du ji wan jin in.
Birêvebiriya Çandiniyê ya Helebê jî da zanîn ku “9 fermanberên wan ji ber topbarana HSDyê birîndar bûne.”
Bi giştî hejmara birîndarên li herêmên di bin kontrola hikûmetê de gihiştiye 15 kesan.
Li gorî Ajansa nûçeyan a Sûriyeyê (SANA), şêniyên taxa Nîlê ji ber topbaranê malên xwe vala kirine. Parêzgarê Helebê jî hişyarî daye xelkê ku neçin navenda bajêr.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse