Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) "dilgiraniya xwe ya kûr" a li ser şer û pevçûnên li taxên Kurdan ên li Helebê anî ziman.
Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) diyarkirina taxên Kurdan a wekî "herêma leşkerî" ya ji aliyê Artêşa Ereban a Sûriyeyê ve wekî "nîşaneyeke metirsîdar" bi nav kir.
Sekretariyata Giştî ya ENKSyê daxuyaniyek belav kir û ragihand:
"Topbarankirina taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê û berdewamiya şer û pevçûnan a ji doh ve, bûye sedema kuştin û birîndarbûna bi dehan sivîlan û koçberbûna bi hezaran malbatan."
ENKSyê hişyariyê li ser biryara nû ya hikûmeta Şamê da û anî ziman:
"Diyarkirina taxan a wekî herêma leşkerî ya ji aliyê Artêşa Sûriyeyê ve û daxwaza valakirina wan ji sivîlan, nîşaneyeke metirsîdar e û dibe ku bibe sedema ziyanên canî yên zêdetir."
ENKSyê ji hemû aliyan xwest ku "demildest operasyonên leşkerî rawestînin, dorpêçan rakin û rê bidin gihîştina alîkariyên bijîşkî."
ENKSyê her wiha daxwaz kir ku birêvebiriya Sûriyeyê destpêşxeriyekê ji bo pêvajoya siyasî ya berfireh ragihîne ku "mafê destûrî yê pêkhateyan, bi taybetî gelê Kurd biparêze."
Ji danê nîvroya sêşemê ve bajarê Helebê bûye qada yek ji şer û pevçûnên herî dijwar.
Topbarana giran a tank û hawanan asmanê bajêr girtiye û heta niha bi dehan kes bûne qurbanî.
Asayîşa taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ragihand ku hejmara qurbaniyan derketiye “7 şehîd û 54 birîndaran ku piraniya wan jin û zarok in.”
Birêvebiriya Tenduristiyê ya Helebê behsa 5 kuştî û 27 birîndaran dike, ji bilî kuştina leşkerekî û birîndarbûna 3 endamên asayîşa navxweyî ya hikûmeta Sûriyeyê û 9 karmendên dewletê.
HSDyê ragihand ku hêzên hikûmeta Sûrieyeyê bi zêdetirî 80 tank û wesayîtên zirxî taxên Kurdan dorpêç kiriye û Asayîşê çar caran êrişa tankan a li "Girê Kasteloyê" têk biriye.
Hikûmeta Sûrieyeyê jî tax wekî "herêma leşkerî ya girtî" ragihandiye.
HSDyê da zanîn ku hikûmeta Sûriyeyê "ciwanên revandî wekî mertalên zindî bi kar tîne" û hikûmet jî dibêje "HSD bombeyên çandî bi kar tîne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse