HELEB - Welat Memo: Me piştî taştêya doh nan nexwariye

15 demjimêr berê
RÛDAW
Êrişên li ser taxên Kurdan / Wêne: Ji ber dîmenan
Êrişên li ser taxên Kurdan / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Welat Memo Şerê li Helebê Hêzên Ewlekariya Hundirîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Endamê Tîma Tenduristiyê ya Şêx Meqsûdê ji Rûdawê re ragihand ku ji doh berê sibê ve nan nexwarine û got: "Li taxa Şêx Meqsûdê ava me ya vexwarinê heye lê xwarina me nîne."

Li gorî gotina wî endamê tîma tenduristiyê, "Bi doçkeyan gule li Şêx Meqsûd tên barandin" û gekek birîndar hene.

Memo her wiha wî amaje pê kir ku heta niha xeta înternetê li wê taxa Kurdan a Helebê hatiye birîn.

Welat Memo dixwaze ku diyaloga Sûriyeyiyan dest pê bike û hêvî xwest ku dan û standinên HSD û hikûmeta Sûriyeyê bi encam bibin.

Endamê Tîma Tenduristiyê ya Şêx Meqsûdê her wiha got, "Em hemû hewlên ji bo parastina Kurdan pîroz dibînin."

Welat Memo diyar kir ku wan herî dawî doh taştê xwariye lê ya girîng ne xwarin e, aştî ye. 

Wî her wiha diyar kir ku ev 25 roj in kahrebaya taxên Kurdan hatiye birîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst