Civîna nûnerên Rojavayê Kurdistanê û hikûmeta Şamê dest pê kir

09-07-2025
Nîşan Nûnerên Rojavayê Kurdistanê Rayedarên Hikûmeta Şamê Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna nûnerên Rojavayê Kurdistanê û rayedarên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê dest pê kir.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrackû nûnerê hikûmeta Fransayê Jean-Baptiste Faivre beşdarî civînê dibin.

Şandeyeke siyasî û leşkerî ya Rojavayê Kurdistanê ji bo vê civînê çûbû Şamê.

Li gorî agahiyên ku Nûçegihanê Rûdawê Dilxwaz Mihemed dane; Mezlûm Ebdî, Hevseroka Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, Endama Desteya Serokatiyê ya PYDyê Foza Yûsif û Hevserokê Partiya Sûriyeya Paşerojê Ebdihamid El-Mihbaş tevlî civînê dibin.

Medyaya Sûriyeyê ragihandibû ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer dê li Şama paytexta Sûriyeyê bicivin.

Medyaya Sûriyeyê doh ragihandibû ku ev civîna sêalî di çarçoveya hewlên Amerîkayê de ye da ku peymana di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ya ku adara borî hatibû îmzekirin were bicihanîn.

Li gorî heman çavkaniyan, beriya civîna sêalî dê Mezlûm Ebdî û Tom Barrack bi hev re bicivin lê cihê wê civînê nehatibû eşkerekirin.

Medyaya Sûriyeyê diyar kiribû ku rojeva sereke ya civîna sêalî dê li ser bicihanîna peymana 10ê Adarê ya di navbera Ehmed Şer û Mezlûm Ebdî de be.

Li gorî wê peymanê, HSD û saziyên Rêveberiya Xweser dê tevlî nav saziyên dewleta Sûriyeyê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst