Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Operasyonan a Artêşa Ereban a Sûriyeyê ragihand ku operasyona li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê bi temamî bi dawî bûye û leşker li taxê belav bûne.
Artêşa Ereban a Sûriyeyê daxwaz ji şêniyên sivîl ên taxê kir ku li malên xwe bimînin û dernekevin derve.
Artêşê îdia kir ku "Endamên HSD û PKKyê xwe di nav xelkê sivîl de veşartine."
Çavkaniyekî ji nava Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecirê ya li Şêx Meqsûdê ji Rûdawê re ragihand:
"Artêşa Ereban a Sûriyeyê gihîştiye nava nexweşxaneyê û ew kontrol kiriye."
Li aliyê din medyaya Rêveberiya Xweser ev yek red kir û ragihand:
"Taxa Şêx Meqsûdê nehatiye kontrolkirin û şer û pevçûn didomin."
Medyaya Rêveberiya Xweser her wiha diyar kir, "Çekdar nexweşxaneya Şêx Meqsûdê bi dijwarî bombebaran dikin."
Ev bipêşveçûna leşkerî piştî wê yekê tê ku 6ê Kanûna Paşîn a 2026an şer û pevçûnên dijwar di navbera Artêşa Ereban a Sûriyeyê û şervanên Kurd de li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dest pê kiribû.
Li gorî amarên fermî, şer bûye sedema candana herî kêm 21 sivîlan û koçberbûna zêdetirî 140 hezar kesan.
Rojnamegerekî ji nava Şêx Meqsûdê yê bi navê Hozan ji Rûdawê re ragihand, “50 kes şehîd ketine û zêdetirî 150 birîndarî hene.”
Alozî piştî wê yekê derketin ku hewldanên ji bo bicihanîna "Peymana tevlîkirina hêzên Kurdî ya di nav hikûmetê de" encam jê derneket. Ew rêkeftin Adara 2025an hatibû îmzekirin.
Hikûmeta nû ya Sûriyeyê ku piştî rûxîna desthilata Beşar Esed Kanûna Pêşîn a 2024an desthilat wergirtiye, israr dike ku tenê hêzeke çekdar li welêt hebe.
Di çend rojên borî de, artêşa Sûriyeyê çend caran dem ji bo vekişîna şervanan dabû lê Asayîşê tekezî li ser mayîn û parastina taxan kiribû.
Li ser vê yekê Artêşa Ereban a Sûriyeyê herêm wekî "herêma leşkerî ya girtî" ragihandibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse