Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hişyarî da welatiyan ku li herêmên beravên Sûriyeyê hewldanên “bi guman” hene û ragihand ku hêzên wan li wan deveran nînin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniya xwe ya ku êvara înê weşand de diyar kir ku hinek otomobîlên nenas ku alayên HSDyê li ser wan in, li gundên beravên Sûriyeyê digerin û xwe wekî endamên HSDyê didin nasîn.
HSDyê ev hewldan wekî “xapandin” bi nav kir û bangî welatiyan kir ku “hay ji xwe hebin, baldar bin û nekevin pey wan hewldanên xerab ên ku hin alî ji bo xistina gelê me ya xefkê û zererdayîna wan pêk tînin”.
HSDyê di dawiya daxuyaniya xwe de dubare kir ku hêzên wan “bi ti awayî li herêmên beravên Sûriyeyê nînin” û ti pêwendiya van kiryaran bi wan re nîne.
Piştî ketina Şamê, hêzên Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û komên din ên çekdar derbasî parêzgehên Laziqiye û Tertûsê yên li beravê bûn ku piraniya şêniyên wan Elewî ne.
Gelek rapor û vîdeoyên li ser şkence û kuştina leşkerên berê yên artêşa Sûriyeyê û tirsandina sivîlên Elewî belav bûn ku ev yek bû sedema aloziyeke mezin û metirsiyên li ser ewlehiya herêmê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse