Hewlêr (Rûdaw) - Rûsya milîsên ser bi Îranê ve ji du bîrên petrol û gazê yên li gundewarê Reqayê derxistin.
Çend çavkaniyan belav kiriye ku hêzên feyleqa 5 ya ser bi Rûsya ve duh dest danî ser zeviyên Sewre yê petrolê li başûrê rojavayê Reqayê piştî ku milîsên Fatimiûn yê ser bi Supaya Pasdarên Îranê ve jê vekişiyan.
Ev di demekê de bû ku Rûsya dest danîbû ser her du zeviyên gazê yê Tiwînan li navçeya Tebqa li gundewarê Reqayê nêzîkî sînorî idarî yê parêzgeha Humsê.
Niha zeviyên Sewre rojane nêzîkî 2 hezar bermîl petrol berhem tîne, lê di sala 2010an de ev rêje 6 hezar bû.
Zeviyê Twînan yê gazê jî niha rojane nêzîkî 3 milyon metre sêca gaza paqij berhem tîne, herweha 60 ton gaza malan.
Zeviyên petrol û gazê bi giştî li herdû parêzgehên Heseke û Dêrezorê ne, piraniya wan di nav de zeviyên Rimêlan li Heseke, Omer û Tenek li Dêrezorê di bin kontrola Hêzên Sûrya Demokratîk (HSD) de ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse