Rêberên ruhanî yên Durziyan kî ne û helwesta wan a li hemberî hikûmeta Şamê çi ye?

19-07-2025
RÛDAW
Nîşan Durzî Siwêda Hikûmeta Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Durzî xwedî serokatiya xwe ya olî ne. Li Sûriyeyê sê şêxên sereke yên Durziyan hene ku wekî serokatiya ruhanî ya Durziyan tên dîtin.

Ev serokatî nifş li pey nifşê di navbera çend malbatên diyarkirî de maye.

Malbatên herî berbiçav ên ku serokatiya ruhanî di destê wan de ye ev in:

Malbata Hecerî

Malbata Ebû Fexir

Malbata Henawî

Malbata Cerbû

Şêx Hîkmet Hecerî

Wekî serokê olî yê herî bilind ê Durziyan ê li parêzgeha Siwêdayê tê dîtin.

Sala 1965an li Venezuelayê ji dayîk bûye.

Gelek kes wî wekî "Şêxê Kerametê" bi nav dikin.

Piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê yê sala 2011an, bi helwesta xwe ya "redkirina zilm û zordariyê" zêdetir bi nav û deng bû.

Alîgirên wî bi piranî li rojava, bakur û bakurê rojhilatê Siwêdayê ne.

Şêx Hîkmet Hecerî, hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê wekî "tundrew û ji aliyê sîstema dadweriya navneteweyî ve daxwazkirî" bi nav kiriye.

Bi taybetî di nav ciwanan de xwedî piştgiriyeke xurt e.

Şêx Mehmûd Henawî

Sala 1943yan li gundê Sehwe Belatê yê parêzgeha Siwêdayê ji dayîk bûye.

Ji malbata Henawî ye.

Alîgirên şêxitiya vê malbatê li gundê Sehwe Belat û gundên başûrê Siwêdayê kom bûne.

Berê mamosteyê ziman bûye û li derveyî welêt di warê perwerdeyê de kar kiriye.

Nûnertiya rêbazeke kevneşopîparêz a Durziyan dike.

Di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de, pêwendiyên wî yên fermî û xurt bi hikûmeta Beşar Esed re hebûn.

Li dijî "serhildana" li hemberî dewletê ye û li gorî wî hildana çekan a li dijî dewletê aramiyê têk dide.

Berî sala 2011yan bûye yek ji nûnerên ruhanî yên Durziyan. Di salên dawî de, bi taybetî di nav ciwanan de, alîgiriya wî ya zêde nemaye.

Li gel zêdebûna piştgiriya xelkê ji bo Hîkmet Hecerî, hejmara alîgirên Mehmûd Henawî kêmtir bûye.

Zêdetir di nav kesên temenmezin û rîspiyan de xwedî rêzeke mezin e.

Li gorî Hecerî, Henawî li hemberî hikûmeta Ehmed Şer siyaseteke nerm dimeşîne û daxwaza rêkeftina bi Şamê re û parastina aramiyê dike.

Şêx Yûsif Cerbû

Sala 1970yî li bajarê Siwêdayê ji dayîk bûye.

Navenda serweriya vî şêxî, bajarê Siwêdayê û gundên derdora wê ye; alîgirên wî li wir kom bûne.

Li dijî wê yekê bû ku şer li dijî hikûmeta Beşar Esed were kirin.

Li gorî wî, divê Durzî yekgirtî bin û pirsgirêkên xwe bi diyalog û aramiyê çareser bikin.

Nêzîkî hikûmeta Beşar Esed bû.

Carinan nakokiyên wî bi Hîkmet Hecerî re hebûne.

Di nav ciwan û çalakvanan jî de piştgiriyeke kêm lê tê kirin.

Cerbû dixwaze rewş aram bibe Durzî jî tevlî nava sazî û dezgehên dewletê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst