Yekîtiya Ewropayê cezayên aborî yên li ser Sûriyeyê radike

20-05-2025
RÛDAW
Alayên Sûriyê û Yekîtiya Ewropayê\ Wêne: Rûdaw Grafîk
Alayên Sûriyê û Yekîtiya Ewropayê\ Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Sûriye Yekîtiya Ewropayê Donald Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê (YE) îro bi armanca alîkariya vejîna aborî ya Sûriyeyê biryar da ku ambargoyên aborî yên li ser Sûriyeyê rake.

Tê payîn ku ev gav bandorê li rewşa mirovî û aborî ya Sûriyeyê bike ku bi salan e ji ber şer û ambargoyan dinale.

Li gorî çavkaniyên dîplomatîk, balyozên 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê li ser vê gava stratejîk gihîştine lihevkirina destpêkê.

Biryar e ku îro di civîna Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê ya li Brukselê, biryar bi fermî were ragihandin û hûrgiliyên zêdetir li ser were eşkerekirin.

Ev gava Yekîtiya Ewropayê piştî çend salan ji sepandina ambargoyên aborî li ser Sûriyeyê tê ku ji ber şerê navxwe û bêîstiqrarê ziyaneke mezin dîtiye.

Armanca sereke ya rakirina ambargoyan, vekirina derfetan e ji bo gihandina alîkariyên mirovî yên zêdetir û hêsankirina pêvajoya avakirin û vejandina binesaziya aborî ya Sûriyeyê ye.

Tê payîn ku piştî ragihandina fermî, were zelalkirin ku rakirina ambargoyan dê di kîjan warî de be û mekanîzmaya cîbicîkirinê dê çawa be.

Her wiha, çavên pispor û şîrovekaran Sûriyê û navneteweyî li ser vê biryara nû ya Yekîtiya Ewropayê ne.

13yê Gulanê Serokê Amerîkayê Donald Trump li Erebistana Siûdî bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya û biryar da ku cezayên li ser Sûriyeyê rake.

Neteweyên Yekbûyî biryara Donald Trump pêşwazî kir.

Heman rojê Serokê Amerîkayê diyar kir ku gelê Sûriyeyê di çend salên borî de zehmetiyên mezin dîtiye lê niha hikûmeteke nû heye ku ew hêvîdar in ku hikûmeta nû di aramiya welat û parastina aştiya wê de serkeftinê bi dest bixe.

Şerê navxweyî yê Sûriyeyê sala 2011an dest pê kir û Sûriye 13 salan bû navenda şerê bi wekalet ê hêzên herêmî û cîhanê.

Ji ber şerê navxwe yê Sûriyeyê de 470 hezar însan mirine û bi hezaran însan winda bûne.

Her wiha li gorî raporê rêxistinên mafên mirovan nêzîkî 10 milyon însanan koçber bûne.

8ê Kanûna Paşîn Desteya Tehrîr El-Şamê ku Ehmed Şer serokatiya wê dikir û wê demê bi navê Ebû Mihemed Colanî dihat naskirin li gel komên çekdar ên nêzîkî xwe, dawî li desthilata Beşar Esed anî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst