Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê spasiya Yekîtiya Ewropayê kir

21-05-2025
RÛDAW
Nîşan Sûriye Yekîtiya Ewropayê Dorpêçên Aborî Eshed Şeybanî Kaia Kallas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî di hevdîtina xwe ya bi Nûnera Bilind a Siyaseta Derve û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê re, ji bo rakirina cezayên li ser welatê wî, spasiya Yekîtiya Ewropayê.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî, duh bi telefonî bi Nûnera Bilind a Siyaseta Derve û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê Kaia Kallasê re axivî.

Di pêwendiya telefonî de, biryara Yekîtiya Ewropayê ya rakirina dorpêçên aborî li ser Sûriyeyê û derfetên hevkariyê yên di navbera her du aliyan de hatin nirxandin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê, Eshed Şeybanî ji bo biryara Yekîtiya Ewropayê ya rakirina temamî ya dorpêçên aborî spasiya xwe pêşkeş kir.

Eshed Şeybanî tekez kir ku Sûriye ji bo bipêşxistina hevkariyê bi Yekîtiya Ewropayê re û piştgiriya pêvajoya aramiyê li herêmê biryardar e.

Her wiha di wê pêwendiya telefonî de gavên ku dê ji bo bipêşxistina hevahengî û têgihiştina hevbeş di warên siyasî, mirovî û aborî de bên avêtin hatin diyarkirin.

Her du aliyan li ser bicihkirina planên vegera lezgîn û ji nû ve avakirina herêmê ji bo dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên li Sûriyeyê û piştgiriya binesaziya girîng li hev kir.

Mijara penaberan

Mijara penaberan jî yek ji xalên girîng ên rojevê bû.

Her du aliyan, bi armanca bipêşxistina plan û mekanîzmayan ji bo vegera bi rûmet û dilxwaz a penaberên Sûriyeyî, bi hevahengî bi welatên cîran re wekî Tirkiye, Urdin û Libnan, fikrên xwe parve kirin.

Divê were gotin ku Yekîtiya Ewropayê roja sêşemê (20ê Gulanê) bi fermî dorpêçên aborî yên li ser Sûriyeyê rakiribûn.

Tê texmînkirin ku ev gav dê ji bo baştirbûna rewşa mirovî û aborî ya Sûriyeyê bibe alîkar ku bi salan e ji şer û dorpêçan bandor lê bûye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî 13ê Gulanê 2025an biryar dabû ku dorpêçên li ser Sûriyeyê rake, û Neteweyên Yekbûyî jî bi kêfxweşî ev biryar pêşwazî kiribû

Sûriye piştî şerê navxweyî ku sala 2011an dest pê kiribû, li 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an bi dawîkirina desthilata Beşar Esed ji aliyê Heyeta Tehrîr El Şam û komên hevpeyman ve, ketibû nav pêvajoyeke nû ya rêveberiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst