Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê: Me êrişî HSDyê nekiriye

2 demjimêr berê
Nîşan Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê Heleb Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku hêzên wan êrişî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê nekiriye.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê daxuyaniyek li ser şer û pevçûnên li bajarê Helebê belav kir.

Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Helebê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku wan êrişeke çekdarî ya hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li bajarê Helebê têk biriye

Li gorî daxuyaniya Asayîşa Rêveberiya Xweser du endamên asayîşê di êrişê de birîndar bûne.

Wezaretê nûçeyên ku dibêjin li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê êrişî xalake kontrolê ya Asayîşa Rêveberiya Xweser hatiye kirin red kirin.

"HSDyê êriş kir"

Wezareta Parastinê îdia kir ku nûçeyên derbarê êrişa artêşê ya li ser xalên kontrolê ne rast in.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê, HSDyê êrişî xalên Hêzên Ewlehiya Navxwe û Artêşa Sûriyeyê yên li derdora taxa Eşrefiyeyê kiriye.

Hat ragihandin ku di encama vê êrişê de di nava refên hêzên ewlehiyê û artêşê de birîndar hene.

"Artêş bersivê dide"

Wezareta Parastinê ragihand ku hêzên wan bersiva êrişan daye.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê îdia dike ku HSD malên xelkê û xalên leşkerî yên li derdora taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê dike armanc.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst