Li Helebê rêyeke din a taxên Kurdan hat vekirin

24-10-2025
Li Helebê rêyeke din a taxên Kurdan hat vekirin / Wêne: Ji ber dîmenan
Li Helebê rêyeke din a taxên Kurdan hat vekirin / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Heleb Taxên Kurdan Vekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Helebê rêyeke din a taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê hat vekirin.

Rêya Meber El-Cezîrê ya di navbera taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê û taxên din ên Helebê de hat vekirin.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de ragihand ku wan bi hevahengiya li gel Hêzên Ewlehiyê yên Helebê rêya Derbasgeha El-Cezîrê vekiriye.

Li gorî daxuyaniyê, ev yek wekî beşeke ji rêkeftina di navbera her du aliyan de hatiye kirin.

Çi bûbû?

Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê di bin dorpêça çekdaran de bûn.

Gelê her du taxan êvara duşemê (06.10.2025) ji bo şikandina dorpêça li ser taxên xwe derketibû kolanan.

Pişt re çekdarên di kontrola Şamê de êrişî taxên Kurdan kir û demjimêr 22:20ê şevê şer dest pê kir.

Sibeha sêşemê (07.10.2025) jî agirbest hat ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst