Şam (Rûdaw) - Karkerên Kurd ên ji Efrîn û Serê Kaniyê li taxa Zorava ya Şamê bi karê dirûtinê debara xwe dikin.
Li Zoravaya ku wekî taxeke Kurdan tê naskirin, kargeheke biçûk a dirûtinê bûye deriyê hêviyê û debara jiyanê.
Li vê kargeha ku dengê makîneyan û mirovan tê de tevlîhev dibe, karkerên Kurd ên ji bajarên cuda yên Rojavayê Kurdistanê ji bo debara jiyana xwe karê dirûtinê dikin.
Îbrahîm Şêx Zeynel yek ji wan karkeran e û rojane di navbera 12 û 15 demjimêran de li ser kar e.
“Sisê zarokên min hene”
Îbrahîm bi van gotinan behsa karê xwe kir:
"Ev 20 sal in ez vî karî dikim, nêzîkî 17 salan e jî di vê kargehê de me. Hejmara perçeyên ku ez çêdikim li gorî modelê diguhere.
Carinan di hefteyekê de ez 100 perçeyî çêdikim ji ber ku hinek model zehmet in.
Ji bo yên ne zehmet, ez dikarim heta 200 perçeyî jî çêbikim.
Sisê zarokên min hene, dido ji wan diçin dibistanê, ev qezenc têra me nake. Parçeyê herî zehmet bi dolarek an dolarek û 20 sentan e."
Li kargehê 40 kes li pênc beşên cuda kar dikin û rojane derdora 500 perçeyî amade dikin.
Birêvebirê Kargehê Xalid Sîdo got:
"Ev cihê birînê ye. Em caw li vir datînin û jê dikin, pişt re diçe beşa nexşandinê û ji wir jî diçe cem xeyatan."
“Karker hemû Kurd bûn”
Xalid Sîdoyê 55 salî ji Efrînê ye û ji 12 saliya xwe ve vî karî dike.
Xalid li ser rêwîtiya xwe û karê xwe wiha axivî:
"Sala 2012an em hatin Zoravayê, ji ber ku devereke Kurdan bû û karker hemû Kurd bûn.
Karê me dirûtina cilên yekreng e. Em ji bo kompanya, dibistan, nexweşxaneyan û heta cilên leşkerî jî didirûn."
“Ez alîkariya malbata xwe dikim”
Rîma Silêman jî ji bajarê Serê Kaniyê ye û dibêje ku wê ji zarokatiya xwe ve makîneya dirûtinê li mala xwe dîtiye.
Ew ji diya xwe fêrî vî karî bûye û ji karê xwe hez dike.
Rîmayê jî bi vî rengî qala kar û xebata xwe kir:
"Ez sala 2016an hatim vir û heta niha ez fêrî her tiştî bûme. Ez alîkariya malbata xwe dikim. Li malê dê, bav û xwîşkên min hene."
Piştî ku perçe tên dirûtin, li vir ji bo şandinê tên amadekirin.
Kargeh niha ji bo 8 dibistanên taybet, 2 dibistanên fermî, 4 nexweşxaneyên fermî , 11 nexweşxaneyên taybet û 2 şirketan kar dike.
Li taxeke wekî Zoravayê ku gelek caran tê piştguhxistin, ev jin û mêrên ciwan bi tiliyên xwe û bi derziya hêviyê hewl didin ku paşerojeke baştir ji bo xwe û malbatên xwe bidirûn.
Ev cihê biçûk îsbat dike ku mirov dikare bi îradeya xwe zora hemû rewşên dijwar bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse