Stenbol - (Rûdaw) Li Taxa Topagaçê ya navçeya Umraniyeyê ya Stenbolê, jiyana şêniyên 174 malan bûye zindan.
Ji ber projeyeke veguherîna bajêr, av, gaz û kareba xelkê taxê hatine birîn û xelk di nav germ û tîna havînê de mexdûr bûye.
Li ser şêniyan zext tê kirin ku malên xwe biterikînin da ku projeya îmarê were cîbicîkirin.
Taxa Topagaçê ya Umraniyeyê berê wekî devereke dûrî bajêr dihat dîtin. Piştî ku navenda fînansê ya navdar li nêzîkê wê hat avakirin, qedera taxê guherî.
Sala 2022yan, tax wekî qada rezervê hat îlankirin da ku bajarekî nû lê were çêkirin.
Niha li aliyekî avahiyên bilind ên navenda fînansê û li aliyê din jî sîteyên nû bilind dibin lê şêniyên resen ên taxê di nav kavilan de bê av û kareba mane.
"Bila pêsira me berdin"
Welatiyên ku malên wan ên bi tapû hene, bi pêşniyazeke ne adil re rû bi rû mane û di nav rewşeke gelekî zehmet de dijîn.
Welatiyê bi navê Mehmet Tekîn got, “Bila êdî pêsîra me berdin. Em rezîl û riswa kirin. Hatin ev der dan mutahîdên zengîn. Bila ew bi xwe rezîl bibin.”
Welatiyekî din ê taxê jî got, “Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlu hat ziyareta me li me guhdar kir, piştre emniyerê û ji me re got,Hûn çima bi terorîstan re tevdigerin? Min jî got, ‘Eger parlamenterên ku li pirsgirêkên gelê xwe guhdarî dikin terorîst bin û kesên malên xelkê xesp dikin welatparêz bin, em jî terorîst in.’ Min jî wisa got.”
Yek ji malên herî mexdûr, malbata Handanê ye ku kurê wê Ertugrul astengdar e.
Handanê rewşa xwe ya trajîk wiha anî zimên: “Halê me ev e. Ew kurê min nexweş e. Ne karebe heye, ne av heye.
Dilê wan bi vî kurê min jî neşewitî. Zarok dixwaze xwe bişo lê av nîne. Ez li ser tup avê germ dikim û wî pê dişom.”
Li aliyê din welatiyê bi navê Selîm jî got, “Rewş xirab e. Em li vir firaqan li erdê dişon. Av, kareba û gaz nîne. Ji bo pitika xwe em diçin ji cihekî din ava germ tînin da ku şîr jê re çêkin.
Xwedê heqê zarokê min ji wan re nehêle.”
Li taxê gelek malbatên Kurd hene ku 30-40 sal in li vir in û xaniyên wan bi tapû ne.
Berê şaredariyê bi xwe av, kareba û gaz daye wan lê niha jı wan dıxwaze ku taxê derkevin, mal û milkên xwe ji mitahîdan re bihêlin û çi bihayê ku mitahîd bidin wan ew jî qebûl bikin.”
Makbule Demîra ji navçeya Patnosa Agiriyê jî wiha got, “3 -4 roj in av û kareba birîne. Ev 50 sal in em li vir in. Mêrê min li înşatan dixebitî. Em ji mizgeftê avê tînin û êvarê li ber lambeya kuçeyê rûdinin û şîva xwe dixwin. Em avê li ber tavê germ dikin û pê serê xwe dişon. ”
Pêşniyara ku nayê qebûlkirin
Xelkê taxê jî diyar dike ku ew nikarin wan pêşniyaran qebûl bikin û ji ber kirêyên bilind nikarin biçin cihekî din û li wir ji xwe re malekê deynin.
Li 6 taxên ku ketine ber projeyê, zêdeyî 8 milyon metrekare erd hatiye terxankirin.
Tenê li vê taxê nifûseke zêdeyî 500 kesî bûne mexdûrên projeyê. Hinekan ji neçarî bar kiriye lê yên mayî di navbera du agirên bêmafî û bêderfetiyê de mane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse