Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Azad a Sûriyeyê ya ku Amerîka piştgiriya wê dike, bi awayekî fermî tev li Wezareta Karên Navxwe ya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê bûye.
Li gorî North Peresê ku dispêre çavkaniyên leşkerî, Artêşa Azad a Sûriyeyê ya ku berê girêdayî Lîwaya 70an a Wezareta Parastinê bû dê di bin Birêvebiriya Tenefê de kar bike û.
Artêşa Azad dê ji bo parastina ewlehiyê ya li seranserê çola Sûriyeyê bixebite.
Li gorî zanyariyan, hevahengiya komê ya bi Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalîsyon) re berdewam dike û tekez kir ku veguhestina ji bo Wezareta Karên Navxwe "bandorê li hevkariyê yan jî çarçoveya operasyonê ya bi hêzên Koalîsyonê re nake."
Çavkaniyê sedemên veguhestina komê ji Wezareta Parastinê bo Wezareta Karên Navxwe eşkere nekir.
Hebûna Artêşa Azad a Sûriyeyê li baregeha leşkerî ya Tenefê ya nêzîkî sêgoşeya sînorî ya Sûriye-Urdin-Îraqê heye ku navenda fermandariya wê ya sereke ye û her wiha hêzên Koalîsyonê jî lê dimînin.
Fermandariya komê niha ji aliyê Ehmed Ebdulkerîm El-Tamer ve tê kirin ku li şûna Salim El-Enterî dest bi kar kiriye.
Li aliyê din, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) lîsteyeke fermandarên xwe ku dê tevlî Artêşa Sûriyeyê bibin, radestî Hevpeymaniya Navneteweyî kir.
Di lîsteyê de navê 70 fermandarên HSDyê heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse