Dorpêça li Siwêdayê krîza nan û avê kûrtir dike

31-07-2025
RÛDAW
Nîşan Siwêda Nan Av Durzî Dorpêç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Siwêdayê ya Sûriyeyê ku piraniya şêniyên wê Durzî ne, welatî ji bo peydakirina nan li ber firneyan dorên dirêj çêdikin û ji bo dagirtina avê berê xwe didin bîrên giştî.

Neteweyên Yekbûyî (NY) jî hişyarî dide ku piştî şer û pevçûnên dawî, rewşa mirovî li herêmê gelekî dijwar bûye û peydakirina pêdiviyên sereke zehmet e.

"Dorpêç li ser me heye"

Welatiyekî behsa rewşa xwe ya dijwar kir û got, "Dorpêç li ser me heye, ne benzîn heye ne jî mazot. Ard pir kêm tê.

Li vê qerebalixê binêre, xelk ji saet 8ê sibehê ve, ev 5 demjimêr in li vir in û hîn jî nan wernegirtine."

Xelkê Siwêdayê daxwaza rakirina dorpêçê dike û îdiayên ku dibêjin “dorpêç nîne” red dike.

"Gotinên şikandina dorpêçê û anîna alîkariyê ne rast in"

Çalakvan Semîh el Ewam jî diyar kir ku dorpêç didome û wiha anî zimên, "Divê ev dorpêç bi her awayî bi dawî bibe.

Tiştên ku li ser şikandina dorpêçê û anîna alîkariyê tên gotin ne rast in.

Ard û kelûpelên din gelekî kêm tên û têra pêwîstiyên herêmê nakin."

Rewşa mirovî li Siwêdayê beriya pevçûnan jî xirab bû lê niha rewş gelekî xirabtir bûye û kelûpelên herî serekî bi destê welatiyan nakevin.

Şêx Ebû Cewad Mehcer jî bal kişand ser pirsgirêka avê û got, "Me li parêzgeha Siwêdayê beriya van bûyeran jî derdê bêaviyê dikişand û niha qeyran kûrtir bûye."

"Derdê xelkê giran e"

Fîras Ebdelbeqî ku berpirsê bîreke avê yê got, "Em niha li ber bîra nexweşxaneyê ne.

Derdê xelkê giran e. Xelk tê avê tijî dike, me sê lûle vekirine da ku têra xelkê bike."

Pevçûnên ku di 13ê Tîrmehê de li Siwêdayê dest pê kiribûn û bi agirbestê rawestiyabûn, bûne sedema vê qeyrana mirovî ya dijwar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst