Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona ku dê di çarçoveya pêvajoya nû ya çareseriyê de li Parlamentoya Tirkiyeyê were avakirin, dê hefteya bê civîna xwe ya ewil li dar bixe.
Ev pêvajo ji aliyê AK Partî, MHP û DEM Partiyê ve bi hev re tê meşandin.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş endamên komîsyonê vexwendiye civîna ku dê 5ê Tebaxê roja Sêşemê saet 11:00an li Eywana Merasîmê ya Parlamentoyê were lidarxistin.
Piştî pêvajoya ku bi banga Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ya ji bo Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan dest pê kir û bi biryara PKKyê ya xwefesixkirin û danîna çekan, amadekariyên ji bo komîsyonê bi dawî bûn.
Partiyên ku dê beşdarî komîsyonê bibin, navên endamên xwe pêşkêşî parlamentoyê kirin.
Piştî ku nav hatin pêşkêşkirin, yekem roja civînê hat diyarkirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Parlamentoyê ve hat dayîn de, hat eşkerekirin ku civîn dê 5ê Tebaxê were kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Piştî axaftina vekirinê ya serokê me yê parlamentoyê Birêz Numan Kurtulmuş, dê derbasî beşa nirxandinên nûnerên partiyên siyasî bibe.
Di vê civînê de her wiha dê şêwe û esasên xebatê û prensîbên komîsyonê jî werin diyarkirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse