Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş peyamek şand û got,” Em dê bi israr bêjin aştî.”
Demîrtaş bi rêya Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûk Gergerlîoglu peyamek şand. Omer Farûk Gergerlîoglu Selahattîn Demîrtaş ziyaret kiribû.
Omer Farûk Gergerlîoglu peyama Demîrtaş ji ser hesabê xwe yê Xê belav kir.
Peyama Selahattîn Demîrtaş wisa ye:
"Ji bo hemû dostên ku bi rêya parlamenterê me yê hêja Rêzdar Gergerlîoglu silav û hestên xwe yên hevgirtinê şandine, ji me jî silav û hezkirinên ji dil.
Em têkoşîna xwe ya ji bo edalet, wekhevî û demokrasiyeke rasteqîn ji bo her kesî bêyî rawestan didomînin û em dê bi israr bêjin aştî.
Em hêvîdar in ku bi aştiyê re dê li Tirkiyeyê rûpeleke nû vebe û ji bo avakirina paşerojeke ronî bi hev re zemîneke bihêztir çêbibe. Bi hêviya rojên tijî azadî."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse