Bahçelî bertek nîşanî boykota CHPyê da

01-10-2025
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî Parlamentoya Tirkiyeyê CHP Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê MHPyê Devlet Bahçelî bertek nîşanî biryara CHPyê ya boykotkirina merasîma vekirina Parlamentoya Tirkiyeyê da û got, “Ev helwest êrişeke li îradeya gelê Tirk e.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Civîna Vekirina Sala 4emîn a Serdema 28an a Parlamentoya Tirkiyeyê bû.

Piştî rûniştina taybet, Erdogan, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş li pişt kursiya Dîwana Serokatiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê li hev civiyan.

Dema ku her sê kesan sohbet dikir, heyeta DEM Partiyê jî çû salonê.

CHPyê ji ber operasyonan biryar da ku beşdarî merasîma vekirina Parlamentoya Tirkiyeyê nebe û Erdogan pêşwazî neke.

Devlet Bahçelî bi daxuyaniyeke nivîskî bertekeke tund nîşanî biryara CHPyê da û got:

“Ev helwest li îradeya gelê Tirk êrişeke eşkere ye.

Ev rewşa xirab ne bikaranîna mafekî ye, têkdana mafên neteweyî û demokratîk ên heyî ye.

Dê xeletiyeke mezin a din li xeletiyan were zêdekirin.”

Bahçelî her wiha diyar kir ku Parlamentoya Tirkiyeyê ne qada protestoyan e û diyar kir, “tiştê ku CHP dike li hemberî Serokkomar bêrêzî ye”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst