Erdogan: Atmosfera li parlamentoyê hêviyên me zêde kirin

02-10-2025
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan CHP Parlamentoya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, atmosfera roja vekirina Parlamanetoya Tirkiyeyê erênî nirxand û got, "Tabloya duh hêviyên me xurtir kirin."

Erdogan her wiha boykotkirina CHPyê rexne kir û got, "Reva wan a bi hincetên derew, zîhniyeta wan a rast nîşan da."

Serokkomarê Tirkiyeyê di Civîna Berfireh a Serokên Bajaran a AK Partiyê de axivî û di axaftina xwe de bi tundî êrişa Îsraîlê ya li dijî keştiya alîkariyê ya Fîloya Sumudê şermezar kir.

Wî ev êriş wekî "korsanî" bi nav kir û got, "Vê êrişê careke din îspat kir ku birêvebiriya Îsraîlê ji bo veşartina sûcên xwe yên li Xezeyê di nava hovîtiyekê de ye."

"Em tevgereke dozê ne, ne ya berjewendiyan"

Erdogan derbarê partiya xwe de jî axivî û AK Partî wekî "tevgereke doz û kadroyê" pênase kir.

Wî got ku ya wan tîne cem hev ne berjewendî lê nirxên wan in.

Erdogan, rexneyên li dijî partiya xwe red kirin û anî zimên ku yên bi çavên pîs li wan dinêrin, di 24 salan de qet neguherîne.

"Şaredariyên wan ber bi îflasê ve diçin"

Serokkomarê Tirkiyeyê, careke din vegeriya ser helwesta CHPyê ya li parlamentoyê û got, "Ev şerm ne li hemberî melê rasterast li hemberî milet û parlamentoyê hatiye kirin."

Erdogan, şaredariyên di destê CHPyê de bi tundî rexne kir û îdia kir ku bajar di bin birêvebiriya wan de ber bi îflasê ve diçin.

Wî got, "Hûn destê xwe davêjin ku skandaleke bertîlê derdikeve.

Nikarin çopan kom bikin û avê bi awayekî birêkûpêk bidin lê radibin dersa îtîbarê didin me."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst