Tirkiye 50 sal in li bendê ye ku bibe endamê Yekîtiya Ewropayê

02-07-2022
Tirkiye 50 sal in li bendê ye ku bibe endamê Yekîtiya Ewropayê
Tirkiye 50 sal in li bendê ye ku bibe endamê Yekîtiya Ewropayê
Nîşan Yekîtiya Ewropayê Tirkiye Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serlêdana Ukraynayê ya ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê di demeke kêmtirî 4 mehan de hate pesendkirin û pêvajoyê dest pê kir lê Tirkiyê zêdetirî 50 salan e li ber deriyê Ewropayê di dorê de ye û hîn jî raporên ku di derbarê endamtiya wê de têne amadekirin, tu hêviyê nadin xelkê wî welatî.

Rewşa Ukraynayê li Tirkiyê bû sedema karvedanên cuda. Piraniya xelkê Tirkiyê di wê baweriyê de ne ku Ewropa naxwaze welatê wan bike endam lê li gorî berpirsên Yekitiya Ewropayê jî Tirkiye prensîbên Kopenhagê bin pê dike di gelek waran de û gav bi gav ji Yekîtiya Ewropayê dûr dikeve. Ji ber wê qonaxa gotûbêjên endambûna Tirkiyê gihîştine asteke ku bi temamî rawestin.

Li Tirkiyê, qebûlkirina daxwaza Ukraynayê ji bo endambûna Yekîtiya Ewropayê di demeke ji 4 mehan kêmtir de bûye sedema karvedanên cuda.

Beşeke xelkê ji endambûna welatê xwe bo Yekitiya Ewropayê bêhêvî bûne ku ji nîv sedsalekê zêdetir e li hêviyê ne.

Niştecihê Stenbolê Anil Akçay got, “Ev rewşeke xemgîn e, bi rastî pir xemgîn e. Di demekê de ew tiştên ku em dikarin bikin nayên hejmartin. Sînordarkirina me bi vê astê cihê xemgîniyê ye.”

Niştecihê Stenbolê Necati Sirabaş anî ziman, “Piştgiriyê didin. Li gorî min bi qestî vê yekê dikin. Bi qest naxwazin Tirkiye bikeve nav Yekîtiya Ewropayê. Yekîtiya Ewropayê naxwaze welatê me pêş bikeve.”

Hakki Ocalê ku li Zanîngeha Îbni Haldun mamosteyê peywendiyên navdewletî ye dibêje, sedema qebûlkirina bi vê lezê berbijêrbûna endambûna Yektiya Ewropayê bi jeopolîtîkî û rikeberiya di navbera Rûsya û Ukraynayê re têkildar e.

Mamosteyê Peywendiyên Navdewletî yê Zanîngeha Îbni Haldun Hakki Ocal got, “Rêxistineke durû ye. Ew tenê tiştekî nîşan dide. Yekîtiya Ewropayê ne saziyeke aborî ye yan ne yekîtiya gelên Ewropî ye, ew yekîtiyeke siyasî ya rojavayî ye, berdewamiya NATO ye, berdewamiya emperyalîzma Amerîkayê ye. Ew niha ji bo şikandina Rûsyayê, wek hêzeke domîne Ukraynayê dixwazin. Ji ber vê yekê Ukrayna ji bo wan girîng e.”

Dema Tirkiyê sala 1959an ji bo endambûnê serî li yekîtiyê da, temenê Yekîtiya Ewropayê tenê du sal bûn. Her çiqas sala 2005an ji bo endambûna Tirkiyê ya Yekitiya Ewropayê hinek gav hatibin avêtin jî lê sala 2016an ew gav sist bûn, bi taybetî jî piştî rawestandina pêvajoya çareseriyê ya pirsa Kurdî, paşdeçûyina di warê mafê mirovan û demokrasiyê de.

Berpirsên Yekîtiya Ewropayê dibêjin, Tirkiyê prensîbên Kopenhagê bin pê kirine û gav bi gav ji Yekîtiya Ewropayê dûr dikeve. Ji ber wê qonaxa gotûbêjên endambûna Tirkiyê gihîştine asteke ku bi temamî rawestiyane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst