Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar ragihand ku wan dest bi şandina gaza xwezayî ji bo Sûriyeyê kiriye.
Alparslan Bayraktar got, "Em vekirina Xeta Boriya Gaza Xwezayî ya Tirkiye-Sûriyeyê pêk tînin ku ev nîşana dostaniya me di warê enerjiyê de ye."
Bayraktar di merasîma vekirina xeta boriyan de, spasiya Sûriye, Qeter û Azerbeycanê kir ku di projeyê de cîh girtine.
Bayraktar diyar kir ku ew li Kîlîsê şahidiya rojeke dîrokî dikin û got, "Ez hêvî dikim ku ev xeta boriya gaza xwezayî ji bo welat û gelên me bereket û refahê û ji bo herêma me jî aştiyê bîne."
Wezîrê Tirkiyeyê bi bîr anî ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ferman da ye ku ji bo asayîkirina jiyanê li Sûriyeyê gavên bilez werin avêtin û wiha domand:
"Me ji wezareta xwe du şandeyên pispor şandin Şamê. Me diyar kir ku em di demên kurt, navîn û dirêj de dikarin çi bikin.
Wekî Tirkiye, em ji sala 2017an ve ewlehiya enerjiyê ya herêmên wekî Efrîn û Îdlibê dabîn dikin. Em niha ji 8 xalên cuda elektrîkê hinardeyî Sûriyeyê dikin.
Em dê kapasîteya xwe ya hinardekirinê di qonaxa yekem de ji sedî 25 û paşê jî bi xetên nû 2 qatan zêdetir bikin.
Dema xebatên me bi dawî bibin, kapasîteya me dê bigihîje 861 megawatan û em dê pêdiviya elektrîkê ya 1,6 milyon malbatan li Sûriyeyê dabîn bikin."
"Tirkiye ji her cure hevkariyeke avaker re amade ye"
Bayraktar hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê Mihemed El-Beşîr re ya di meha gulanê de bi bîr anî û eşkere kir ku ew li ser piştgiriya teknîkî û derfetên hevkariyê yên ji bo bihêzkirina binesaziya elektrîk û gaza xwezayî ya Sûriyeyê axivîbûn.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê ragihand ku Tirkiye ji her cure hevkariya avaker a ku aramiya herêmê xurt bike û pêdiviyên bingehîn ên enerjiyê yên gelê Sûriyeyê dabîn bike re amade ye û wiha pê de çû:
"Me Şam ziyaret kir. Me mijarên girîng ên wekî elektrîk, gaza xwezayî û petrolê gotûbêj kirin.
Me Peymana Lihevtêgihiştinê ya di warê enerjî, maden û hîdrokarbonan de îmze kir.
Me gaveke girîng avêt da ku gaza xwezayî ya ji bo santralên elektrîkê yên Helebê pêwîst e, bi xeta boriyan ji Tirkiyeyê were şandin."
Bayraktar da zanîn ku wan xeta boriyan a ku ji navçeya Turkoglu ya Mereşê tê, 36 înç e û dirêjahiya wê nêzîkî 93 kîlometre ye, ber bi Sûriyeyê ve dirêj kiriye.
“Em dê gaza Azerbeycanê bi ser Kilîsê re bidin Sûriyeyê”
Bayraktar destnîşan kir ku xet gihiştiye heta qada merasîmê û wiha domand:
"Xet gihiştiye heta Îstasyona Pîvanê ya Yavuzluyê ku li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê yê. Ew jî li gundê Yavuzlu yê Kilîsê ye.
BOTAŞê ji bo amadekirina binesaziya beşa Sûriyeyê ya xetê, bi Kompanyaya Gaza Sûriyeyê (SGC) re xebitî û her cure piştgiriya teknîkî da wan.
Em dê gaza xwezayî ya ku ji Azerbeycanê tê, ji ser Kilîsê re bidin Sûriyeyê.
Em dê ji Îstasyona Pîvanê ya Yavuzluyê rojane heta 6 milyon metrekup gazê bişînin.
Bi izna Xwedê, em dê gaza xwezayî bigihînin Helebê û ji wir jî bigihînin Humsê. Bi vî awayî santralên elektrîkê yên li wan deran jî dê di demeke nêzîk de bikevin dewrê."
Elektrîka ku bi gaza xwezayî were hilberandin dê pêdiviya 5 milyon malbatan dabîn bike
Bayraktar diyar kir ku di qonaxa yekem de salane heta 2 milyar metrekup gaza xwezayî dikare ji bo Sûriyeyê were hinardekirin.
Wezîrê Tirkiyeyê anî zimên ku bi vê gaza xwezayî, dê santraleke elektrîkê ya bi qasî 1200 megawatan çalak bibe û bi vî awayî ew dê pêdiviya elektrîkê ya 5 milyon malbatan dabîn bikin û hevkariyê li asayîbûna jiyanê ya li Sûriyeyê bikin.
Bayraktar axaftina xwe wiha domand:
"Divê em bi taybetî behsa can Azerbeycanê bikin. Me bi SOCARê, kompanyaya petrol û gaza xwezayî ya dewleta Azerbeycanê re, peymaneke swapê (pevguhertinê) ji bo radestkirina gaza ku ji Azerbeycanê tê li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê îmze kir.
Wekî hûn dizanin, me projeyeke bi vî rengî di adarê de bi Naxçivanê re pêk anîbû.
Bi Xeta Boriya Gaza Xwezayî ya Îdir-Naxçivanê me dest bi şandina gaza xwezayî ya bênavber ji Tirkiyeyê bo Naxçivanê kiribû.
Îro jî em bi Wezîrê Aboriyê yê Azerbeycanê Mîkayîl Cabbarov re bi dirûşma ‘du dewlet, yek milet’ di vekirina projeya nû de bi hev re ne.
Înşalah bi gaza Azerbeycanê ya ku em îro dest bi şandina wê dikin, em dê sotemeniyê bigihînin santralên Sûriyeyê."
Ji bilî Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê Mihemed El-Beşîr, Wezîrê Aboriyê yê Azerbeycanê Mîkayîl Cabbarov û Serokê Fona Pêşketinê ya Qeterê Fahad Hamad Al-Sulaiti jî beşdarî merasîmê bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse