Elçî: Gotinên min ji naveroka wateya xwe tên dûrxistin

03-01-2023
RÛDAW
Nîşan Nuşîrevan Elçî CHP Kemal Kiliçdaroglu Pirsa Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokê Giştî yê CHPê Kiliçdaroglu parêzer Nuşîrevan Elçî diyar kir ku gotinên wî yên di hevpeyvîna ku ji Rûdawê re kirî de ji çarçoveya naveroka wateya xwe hatine dûrxistin û nîqaşkirin û got “Hewldana derxistina wateyeke din ji gotinên min, nêzîkatiyeke xerab e.”

Şêwirmendê Serokê Giştî yê CHPê Kiliçdaroglu parêzer Nuşîrevan Elçî di hevpeyvînekê bi Nûnerê Rûdawê yê Enqerê Şewket Herkî re de derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de nirxandinan kir.

Elçî li ser pirsa “Niha çi projeyeke CHPê ji bo mafên neteweyî Kurdan heye? Yanî li ber CHP çi heye ku mafên Kurdan ên neteweyî zêdetir bibin?” wiha bersiv da “Helbet proje hene. Wek ku tê gotin bihêzkirina rêveberiyên herêmî, êdî dikare navê xweserî bibe yan jî tiştekî din be. Ji xwe divê ev bê guhertin. Komkirina hemû hêz û derfetan li cihekî ji destpêkê ve xelet bû.”

Lê hin malperên nûçeyan û kanalên televizyonan van gotinên Elçî weke “Divê desthilatdariya Tirkiyeyê were belavkirin. Divê avahiya dewletê ya heyî bê guhertin” wergerandin û ew kirin hedef.

Ji Elçî daxuyanî

Piştî ku ev mijar bû rojev Elçî li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek belav kir û wiha got.

“Gotinên min ên di hevpeyivînekê de ji çarçoveya naveroka wateya xwe tên dûrxistin û nîqaşkirin. CHP ji berê de xurtkirina rêveberiyên herêmî û bidawîkirina pêkanînên qeyûmê diparêze.

Mebesta min ji gotina 'ji nû ve avakirina dewletê' ku min di hevpeyvînê de bikar anî, ew e ku bi avakirina dewleta hiqûqê ya ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatiye rûxandin, rê li ber 85 mîlyon mirovên li welêt dijîn, li ser bingeha hemwelatiya wekhev bi hev re bijîn veke ye.

Beyanên min ên xweserî û nîqaşên bi vî rengî di rojeva partiya me de ne nebûne. CHP dê azadiya ramanê ji bo her kesî bîne welatê me. Hewldana derxistina wateyeke din ji gotinên min, nêzîkatiyeke xerab e.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst