Li Îzmîrê şewata daristanan berdewam e: 2 kes mirin

03-07-2025
RÛDAW
Nîşan Îzmîr Şewata Daristanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Çeşme û Odemîşê yên parêzgeha Îzmîrê yê Tirkiyeyê şewata daristanan berdewam e û li navçeya Odemîşê hejmara kesên ku ji ber agir mirine gihîşt 2 kesan.

Agirê ku çend roj in bi daristanên navçeyên Odemîş û Çeşmeyê yê yên Tirkiyeyê ketiye berdewam e.

Ji ber agir zerereke zêde gihiştiye mal û xaniyên welatiyan û gelek navçe wekî tedbîr hatine valakirin.

Agirê daristanan ji bilî zerer û ziyanên madî bû sedema qurbaniyên canî jî.

Li gorî zanyariyan li taxa Tosunlarê ya navçeya Odemîşê operatorekî makîneya kar ê bi navê Îbrahîm Demîr dema ku hewl dida agir vemirîne ji nişka ve di nava pêtên agir de ma û mir.

Doh jî li taxa Suçiktiyê ya navçeya Odemîşê pêtên agir bilez belav bûn û gihîştin mala Îbrahîm Erkanê 81 salî.

Erkanê ku nexweş bû û li ser nivînan bû li mala xwe bi tenê mabû.

Ji ber ku nikaribû ji malê derkeve, di nava pêtên agir de ma û mir.

Hejmara kesên ku li navçeya Odemîşê di şewata daristanan de mirin bû 2 kes.

Parêzgarê Îzmîrê Suleyman Elban derbarê agirê daristanan daxuyanî da û ragihand ku xebatên vemirandina agir ji bejahî û asman berdewam in û ew hêvî dikin di demeke kurt de kontrol bikin.

Elban her wiha sedema derketina şewatan jî eşkere kir û got:

“Agirên daristanan ne bi destê mirovan an jî ji ber sabotajê çêbûne.

Agirê li Çeşme, Odemîş, Seferîhîsar û Foçayê ji ber pirsgirêkên di xetên elektrîkê de derketine.”

Hat ragihandin ku ji bo vemirandina agir 2 balafir, 9 helîkopter, 35 wesayîtên agirvemirandinê, 9 wesayîtên avê û 4 dozer bênavber dixebitin.

Rêya sereke ya Îzmîr-Çeşmeyê ku ji ber agir hatibû girtin ji çûn û hatinê re hat vekirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya jî ragihand ku di encama şewata daristanan de li Îzmîrê  110 avahî û 2 kargeh, li Bîlecîkê 69 avahî û 3 kargeh û li Manîsayê jî 5 avahiyan zerereke zêde dîtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst