Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyoneke hevbeş a Teşkîlata Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT), Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê û Midûriyeta Polîsan a Stenbolê, welatiyê Tirk ê bi navê Serkan Çîçek bi îdiaya ku ji bo MOSSADê dixebitî hat desteserkirin.
MÎTê ji bo girtina Çîçekê ku têkiliya wî bi Îsraîlê re hatibû tespîtkirin, operasyoneke bi navê "Çalakiya Metron" li dar xist.
Navê xwe guhertiye û wekî detektîv kar dikir
Di encama xebatên îstixbaratî yên MÎTê de hat tespîtkirin ku navê rastî yê Serkan Çîçek, Muhammet Fatîh Keleş e û di jiyana xwe ya bazirganiyê de gelekî deyndar bûye û piştre navê xwe guhertiye.
Piştî vê yekê, Çîçek dev ji bazirganiyê berdaye û ji sala 2020an ve bi avakirina şirketa "Pandora Dedektîflîkê" dest bi karê detektîviyê kiriye.
Hat zanîn ku Çîçek, Mûsa Kuş û parêzer Tugrulhan Dîp nas dikirin û bi wan re kar dikir ku her du jî berê bi hinceta sîxuriya ji bo Îsraîlê û firotina agahiyên kesan hatibûn girtin.
Ji bo şopandina çalakvanekî Filistînî 4 hezar dolar wergirt
Karê detektîviyê yê Serkan Çîçek bala ajanên MOSSADê kişandiye.
Endamê MOSSADê Faysal Reşîd ku xwe wekî karmendê buroyeke hiqûqê ya li derveyî welat daye nasandin û di 31ê Tîrmehê de bi rêya WhatsAppê bi Serkan Çîçek re ket têkiliyê.
Reşîd ji Çîçek xwestiye ku li Başakşehîrê çalakvanekî Filistînî yê ku li dijî polîtîkayên Rojhilata Navîn ên Îsraîlê ye, 4 rojan bişopîne.
Ji bo vî karî, Reşîd di 1ê Tebaxê de bi qasî 4 hezar dolar pereyê krîpto ji Serkan Çîçek re şandiye.
Çîçek, piştî lêkolîna li ser înternetê fêr dibe ku kesê hedef çalakvanekî Filistînî ye. Tevî ku dizanîbû hevalê wî Mûsa Kuş ji ber sîxuriya ji bo Îsraîlê 19 sal ceza xwariye û hatiye girtin jî, wî pêşniyara Faysal Reşîd qebûl kiriye.
Serkan Çîçek çûye navnîşana ku jê re hatibû dayîn lê kesê hedef nedîtiye.
Piştre di rojên 1-2ê Tebaxê de bi hinceta ku li daîreyeke bi kirê digere, ketiye nav sîteyê û keşif kiriye lê dîsa jî nekarîbû agahiyên ku Reşîd dixwestin bi dest bixe.
Li ser vê yekê, Reşîd di 3yê Tebaxê de têkiliya xwe bi wî re qut kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse