Wezîrê Karên Navxwe yê Sûriyeyê çû Tirkiyeyê

04-08-2025
RÛDAW
Nîşan Wezîrê Karên Navxwe yê Sûriyeyê Enes Xetab Tirkiye Cevdet Yilmaz Alî Yerlîkaya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Enes Xettab li Tirkiyeyê çend hevdîtin pêk anîn.

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz, pêşwaziya Wezîrê Karên Navxwe yê Sûriyeyê Enes Xettab kir.

Di hevdîtina li Koşka Serokkomariyê de Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya jî amade bû.

Yilmaz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek belav kir û wiha got:

"Xurtkirina ewlehiyê, bihêzkirina aramiya navxweyî ji bo bipêşketina aborî û refaha civakî ya li Sûriyeyê jî gelekî girîng e.

Em wekî Komara Tirkiyeyê dê piştgiriya xwe ya ji bo îstiqrara Sûriyeyê, bipêşketina kapasîteya wê ya sazûmanî û birêvebiriyeke berfireh a ku hemû aliyan di nav xwe de dihewîne, bidomînin.

Hêviya me ew e ku di bin birêvebiriyeke berfireh û rewa de jîngeheke wisa were avakirin ku birayên me yên Sûriyeyî bi awayekî wekhev ji maf û azadiyên xwe yên bingehîn sûdê wergirin.

Em dê bi awayekî xurt piştgiriya xwe ya ji bo îstiqrar, yekparçeyiya axê û serweriya Sûriyeyê bidomînin."

Vegera Sûriyeyiyan

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya û Wezîrê Karên Navxwe yê Sûriyeyê Enes Xettab li hev civiyan.

Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê hevdîtina ku li Wezareta Karên Navxwe pêk hat de wiha got:

"Me bi birêz Wezîr re li ser derfetên hevkariyê yên di navbera wezaretên me de, bi taybetî di warê ewlehiyê de, peydakirina piştgiriya pêwîst ji bo ewlehî û yekîneyên girêdayî Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê re, parvekirina tecrubeyan û dayîna bernameyeke perwerdeyê ya xurt, nirxandin kirin.

Me her wiha li ser hevkariya ji bo vegera Sûriyeyiyên ku li welatê me di bin parastina demkî de ne ji bo welatê wan, nirxandin kirin.

Ez ji bo serdana wî spasiya hevkarê xwe yê birêz û şandeya wî ya hêja dikim."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst