Ozel: Eger Kiliçdaroglu wekî qeyûm were tayînkirin, em dê wî nas nekin

05-09-2025
RÛDAW
Nîşan Ozgur Ozel CHP Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ragihand eger serokê berê Kemal Kiliçdaroglu yan kesekî din bi biryara dadgehê wekî qeyûm ji bo serokatiya partiyê bên tayînkirin, ew û 81 serokên bajaran dê vê biryarê nas nekin û got, "Rêxistin wan li wir nahêle."

Ozgur Ozel li Girtîgeha Silivriyê rojnamegerê girtî Fatih Altayli ziyaret kir û li ser tayînkirina qeyûm ji bo Rêxistina CHPyê ya Stenbolê û îdiayên tayînkirina qeyûm a ji bo serokatiyê partiyê axivî.

"Em dê nas nekin, rêxistin wan li wir nahêle"

Ozel li ser pirsa "Eger Kiliçdaroglu yan kesekî din bi biryara dadgehê bibe serokê partiyê, hûn dê çi bikin?" bersiveke tund da û got:

"Em dê nas nekin. 81 serokên me yên bajaran jî dê nas nekin. Em dê stûna xwe ya sereke biparêzin û berdewam bikin.

Di dawiyê de neçar in kongreyê li dar bixin. Nikarin li wir bimînin. Rêxistin wan li wir nahêle. Genetîka CHPyê rê nade vê yekê."

"Biryara dadgehê darbe ye"

Ozel biryara dadgehê ya tayînkirina qeyûm a li Rêxistina CHPyê ya Stenbolê jî wekî "nehiqûqî û bê hukim" bi nav kir û wiha domand:

"Ev biryar ne tenê li dijî me, li dijî Komîsyona Bilind a Hilbijartinan (YSK) jî darbe ye, ji ber ku di vî warî de tekane saziya xwedî biryar YSK ye. Li vir desteserkirina îradeyê heye.

Ez bawer im ku YSK dê vê neheqiyê qebûl neke û biryar dê ji dadgeha îstînafê vegere."

"Peyamê didin: Dev ji mîtîngan û Îmamoglu berde"

Ozel îdia kir ku hikûmet bi van gavan gefan li wî dixwe û peyaman jê re dişîne û got:

"Hîn jî peyama 'Li Enqereyê rûnê, mîtîngan biqedîne, em jî dê van êrişan biqedînin' didin min. Dibêjin, 'Dev ji Ekrem Îmamoglu berde, mîtîngan rawestîne, wekî paşayekî mixalefetê bike.'

Eger ez vê qebûl bikim, ti pirsgirêk namîne. Lê ez nikarim wiha bikim. Xelkê baweriya xwe bi me anî. Ez nikarim xeyalên wan bişikînim."

“Partiyeke nû ne mimkin e”

Serokê CHPyê Ozel li ser îdiayên ku ew dê ji CHPyê cuda bibin û partiyeke nû ava bikin jî got:

"Ev ne mijara gotûbêjê ye. Ev CHP ye, ne partiyeke ji rêzê ye. Em nikarin wê parçe bikin, ew parçe nabe.

Parçebûna CHPyê, parçebûna Tirkiyeyê ye. Em parçe nabin. Em dê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst