Beştaş li ser projeyasaya sosyal medyayê: AKP bi vê yasayê dixwaze rastiyan reş bike

05-10-2022
RÛDAW
Nîşan HDP AKP Sosyal Medya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş li Parlamentoya Tirkiyê li ser derxistina yasaya bi navê “berevaniya zanyariyên ne rast” ku opozîsyon wek yasaya sansûrê binav dike axivî û got AKP bi vê yasayê dixwaze rastiyan reş bike û li zilma xwe berdewam be.

Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş 5ê Cotmeha 2022ê li Parlamentoya Tirkiyê derbarê mijarên di rojevê de axivî û pesendkirina yasaya sansurê rexne kir.

Ligel rexne û nerazîbûnan “projeyasaya sosyal medyayê” 4ê Cotmehê ji aliyê AKP û MHPê ve bo Lijneya Giştî ya Parlamentoyê hat pêşkêşkirin, ku deng li ser bê dayîn. Li Parlamentoyê li ser her du xalên yasayê dengdan hat kirin û her du xal bi dengên AKP û MHPê hatin pesendkirin.

Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş anî ziman, “AKP ji me re dibêje, dibe ku ev yasa dijî Destûra Bingehîn be lê ji ber ez desthilatim dikarim bi awayekî ne yasayî li parlamentoyê bixim dengdanê û pesend bikim. Hûn jî dikarin li Destûra Bingehîn nerazîbûna xwe bînin ziman. Çend mînakê wiha hene, hinek ji wan ji wê derê vegeriyane û hinek jî venegeriyane. AKP niha jî dibêje ez Destûra Bingehîn bidest bixim, dema ev biryar  biçe careke din venegere ku di vê mijarê de gelek bûyerên bi gûman hene. Wate dibêje ezê vê mijarê di çavkaniya wê de çareser bikim. Ev parlamento eger berdewam be bi derxistina yasayên dijî Destûra Bingehîn, dê meqesa di navbera parlamento û Destûra Bingehîn de her biçe zêdetir vebe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst