Paketa Darazê ya 11an hat qebûlkirin: 55 hezar girtî tên berdan

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Paketa Darazê ya 11an Girtî Girtîgeh Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Komîsyona Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê "Paketa Darazê ya 11an" hat qebûlkirin.

Tawanên wekî kuştina nav malbatê, êrişa zayendî û îstismara zarokan li derveyî paketê hatin hiştin.

Li Komîsyona Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê, nîqaşên li ser Paketa Darazê ya 11an ku hinek guhertinên yasayî li xwe digire piştî 2 rojan bi dawî bûn û paket hat qebûlkirin.

Di qonaxa yekem a civînan de roja çarşemê 15 xalên destpêkê yên paketê hatibûn qebûlkirin û 4ê Kanûna Pêşîn jî paket bi giştî hat derbaskirin.

Li gorî paketê, dê di çarçoveya yasaya Kovîd-19ê de hejmarek girtiyên ku beriya 31ê Tîrmeha 2023yan tawan kirine 3 salan zûtir werin berdan.

Lê tawanên wekî kuştina nav malbatê, êrişa zayendî û îstismara zarokan di çarçoveya paketê de cih negirt.

55 hezar girtî tên berdan

Hejmarek girtiyan dê ji girtîgehên girtî bibin girtîgehên nîvvekirî û tê çaverêkirin ku 55 hezar girtiyên li girtîgehên nîvvekirî werin berdan.

Her wiha di Paketa Darazê ya 11an de guhertinên di sîstema darazê de jî hene.

Piştî qebûlkirina yasayê dê tawanbarên gendelî û sextekariyê li Dadgehên Cezayê Asliye bên darizandin.

Ji bo tawanbarên ku nexweşiya wan a aqil heye jî hinek guhertin hatine kirin.

Li gorî yasaya nû, kesekî ku nexweşiya wî ya aqil hebe û tawanek kiribe, eger cezayê wê tawanê "girtîgeha heta hetayê" be divê ew kes herî kêm salekê di girtîgehê de bimîne.

Eger cezayê tawanê ji 10 salan zêdetir be divê herî kêm 6 mehan di girtîgehê de bimîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst