CHP dê kongreya awarte li dar bixe: Dem diyar bû

06-09-2025
RÛDAW
Nîşan CHP Kongreya Awarte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkara Serokê Giştî ya Partiya Gel a Komarî (CHP) ragihand ku ew dê 21ê Îlonê kongreya xwe ya awarte saz bikin.

Alîkara Serokê Giştî ya Partiya Gel a Komarî (CHP) Gul Çiftçiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û ragihand:

"Tevî dorpêça li ser partiya me, em dê 21ê Îlona 2025an bi îmzeyên delegeyan kongreya xwe ya awarte saz bikin.

Partiya Gel a Komarî (CHP), di dirêjahiya dîroka xwe ya 102 salan de, tevî hemû cureyên zext, astengî û destwerdanan, îradeya gel parastiye.

Ti carî ji demokrasî, dewleta hiqûqê û azadiyan tawîz nedaye.

Ev kongreya awarte, ne tenê siberoja partiya me; di heman demê de dê baweriya bi pirrengî, pirçandîbûn û siyaseta demokratîk li Tirkiyeyê jî ji nû ve bîne ziman.

Ev biryara ku bi îradeya delegeyên me hatiye wergirtin, li hemberî hemû hewldanên destwerdanê yên desthilatê, delîla herî bihêz e ku Partiya Gel a Komarî (CHP) bi awayekî saxlem li ser piyan e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst