DEM Partî li Stenbolê ji bo perwerdeya bi Kurdî meşekê li dar dixe

06-09-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Zimanê Kurdî Omer Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Stenbolê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ragihand ku ew dê roja yekşemê ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî û statuya zimanê Kurdî xwenîşandanekê li dar bixin.

Slogan: "Werin em ji bo zimanê xwe yê dayikê bimeşin"

Li gorî daxuyaniya DEM Partiyê, çalakî dê roja sibe saet 17:00an li Îstasyona Yenikapi ya Marmarayê bi slogana “Werin em ji bo zimanê xwe yê dayikê bimeşin” were lidarxistin.

"Ji bo rakirina astengiyan û aştiyeke mayînde"

Di daxuyaniyê de ev bangewazî hat kirin, “Kes nikare zimanê dayikê asteng bike. Ji bo rakirina astengiyan, ji bo perwerdeya bi Kurdî û statuya Kurdî, ji bo parastina hebûn û nasnameya xwe; ji bo avakirina civakeke demokratîk a pirreng û pirdeng; ji bo aştiyeke mayînde, werin em ji bo zimanê xwe yê dayikê bimeşin.”

Omer Ocalan jî beşdar dibe

Hat ragihandin ku Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan jî dê beşdarî çalakiyê bibe.

Roja duşemê dê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê perwerde dest pê bike lê bi milyonan  xwendekarên Kurd ji xwendina bi zimanê dayikê bêpar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst