Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê bang kir ku li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME), divê Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî yên Doza Kobaniyê demildest bên berdan.
DEM Partiyê ev yek wekî gaveke bingehîn ji bo serkeftina "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" bi nav kir.
"Cezayên hatine dayîn ne hiqûqî ne"
Navenda DEM Partiyê îro daxuyaniyek da û tê de ragihand ku cezayên di Doza Kobaniyê de hatine dayîn ne li ser bingeheke hiqûqî ne.
“Berdana girtiyan ji bo aştiyê gaveke bingehîn e”
DEM Partiyê bal kişand ser pêvajoya ku salek berê dest pê kiriye û got:
“Yek ji xaleke girîng a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku beriya salekê destpê kiriye û ji bo 86 mîlyon welatiyên me bûye hêvî, rakirina darê dadgehê ya li dijî siyaseta demokratîk û berdana hevalên me yên siyasetmedar e.
Ev di rêya demokrasî û aştiyê de dê bibe gaveke bingehîn.”
Her wiha hat xwestin ku bûyerên 6-8ê Çiriya Pêşîn ên 2014an bi hemû aliyên xwe ve bên lêkolînkirin û rastî bên eşkerekirin.
"Ji bo Tirkiyeyê heta 8ê Çiriya Pêşîn dem heye"
Di Doza Kobanî de ji bo 24 siyasetmedarên Kurd bi giştî 407 sal û 7 meh cezayê girtîgehê hatibû dayîn.
Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê 8ê Tîrmeha îsal biryar dabû ku divê Selahattîn Demîrtaş were berdan.
Eger Tirkiye heta roja 8ê Çiriya Pêşîn a 2025an, li dijî vê biryarê îtiraz neke, divê biryar were bicihkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse