Dayika Eren Bulbul: Bila êdî dayik rondikan nebarînin

07-06-2025
RÛDAW
Nîşan Eren Bulbul Ayşe Bulbul Tuncer Bakirhan Pêvajoya Nû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ayşe Bulbula dayika Eren Bulbul piştevaniya  xwe ji bo pêvajoya aştiyê diyar kir û got, “Bila êdî dayik rondikan nebarînin.”

Eren Bulbulê 15 salî 11ê Tebaxa 2017an li navçeya Maçka ya bajarê Trabzonê yê Tirkiyeyê, di şerê navbera artêşa Tirkiyeyê û gerîlayên PKKyê de canê xwe ji dest dabû.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan roja yekem a Cejna Qurbanê telefonî Ayşe Bulbula dayika Eren Bulbul kir û cejna wê pîroz kir.

Ayşe Bulbulê derbarê pêwendiya telefonî ji medyaya Tirkiyeyê re axivî û ev yek wekî gaveke erênî bi nav kir.

Bulbulê destnîşan kir ku wê ji ber pêvajoya çareseriyê pêwendiya telefonî ya Tuncer Bakirhan qebûl kiriye û got:

“Eger ev pêvajo nebûya min dê neaxiviya. Helbet gelek hestiyar e ku cejna min pîroz kir.”

 Dayika Eren Bulbul tekez kir ku ew piştgiriyê dide pêvajoya çareseriyê got:

“Tenê bila Erenên din nemirin. Dayikên din rondikan nebarînin. Înşallah wiha bibe.”

“Bila zarok neyên kuştin”

Ayşe Bulbulê her wiha ragihand ku ti tawanên kurê wê nebûye û got:

“Ez dest ji edaletê bernadim. Ez qet ji bîr jî nakim. Ji ber wê ez pêvajoyê pesend dikim.

Ma tu li şûna min bûya te pesend nedikir? Tenê bila zarok nemirin. Eger biqede ez pesend dikim.

Ti gunehên zarokên me nînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst