Meral Akşenerê li ser namzedbûna xwe biryar da

08-04-2024
Nîşan Meral Akşener ÎYÎ Partî Kongre Namzedbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşenerê ragihand ku ew di kongereyê de nabe namzed.

ÎYÎ Partiyê di hilbijartinên 31ê Adarê de tenê şaredariyek standibû.

Meral Akşenerê piştî van encaman ragihandibû ku ew dê kongreyeke awarte li dar bixin.

Akşenerê îro bi rêya hesabê xwe yê Xê eşkere kir ku ew di kongreyê de ji bo serokatiya partiya xwe nabe namzed.

“Ez razî me”

Meral Akşenerê got, “Ez li ser navê xwe bi wan berdêlên razî me ku me di çarçoveya encamên hilbijartinan de dane.”

Akşenerê di parvekerina xwe de anî zimên ku “Ew tevî bazarên qirêjî nebûne û partiya wan ji bo paşeroja Tirkiyeyê xwe feda kiriye.”

Meral Akşenerê di berdewamiya peyama xwe de got:

“Min çawa doh kiriye ez dê îro jî ji bo dewleta xwe, miletê xwe û welatê xwe hemû berdêlan bidim.

Ez di vê çarçoveyê de radigihînim ku ez di kongreya me ya awarte de nabim namzed.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst