Meral Akşenerê xatir ji partiya xwe xwest

27-04-2024
RÛDAW
Nîşan Meral Akşener ÎYÎ Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Meral Akşenerê di kongreya awarte ya partiya xwe de ji ÎYÎ Partiyê xatir xwest.

ÎYÎ Partiyê li Salona ATO Congresiuma Enqereyê, 5emîn Kongreya xwe ya Awarte saz kir.

Biryara pêkanîna kongreyê ji ber guşara berdewam a rêxistinan û hevdengiya endamên encûmena wê partiyê hat dayîn.

8ê mehê, Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşenerê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi navnîşanê “Ji bo gelê Tirk ê mezin” daxuyaniyek belav kir.

Akşenerê di daxuyaniyê de da zanîn ku ew di kongreyê de nabe berbijêr.

Herwiha tekez kir ku amade ye berpirsyarî û baca encama xirab a hilbijartinan bide û li xwe bigire.

Akşener îro di kongreya partiya xwe de axivî û ji berpirsên partiya xwe û kesên endamên serokatiyê re  got:

“Serkeftinê bi dest bixin. Ji niha û pê ve hûn dê vê malê biparêzin.

Rê û bextê we vekirî be. Min berdêla wê da û hûn dê hesaba wê bigirin. Xweda bi we re be.”

“Roja radestkirina emanetê ye”

Meral Akşenerê di axaftina xwe de xatir ji partiya xwe xwest û anî ziman:

“Ez îro cara dawî li ser vê kursiyê diaxivim. Îro roja radestkirina emanetê ye.

Hişê min û wijdana min jî her tim rehet bû.”

Di hilbijartinên şaredariyan ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de ku roja 31ê Adara 2024an hat kirin de, ÎYÎ Partî rûbirûyê şikestineke mezin bû û tenê şaredariyek bi dest xist.

Ew jî bû sedema acizbûna endam û alîgirên wê partiyê û piraniya wan ji Meral Akşener xwest ku îstifa bike.

5ê mehê, Encûmena Serkirdayetiya ÎYÎ Partiyê derbarê kongreya awarte de civîneke bilez saz kir û bi piraniya dengên encûmenê biryar hat dayîn ku 27ê Nîsana 2024an Kongreya Awarte ya ÎYÎ Partiyê bê sazkirin.

Heta niha Cîgirê Seroka ÎYÎ Partiyê yê Karûbarên Koç û Koçberan Mehmet Tolga Akalin, Serokê Koma ÎYÎ Partiyê Koray Aydin, Wekîlê Serokê Koma ÎYÎ Partiyê yê Parlamentoya Tirkiyeyê Musafat Dervîşoglu û Gunay Kodaz berbijêrbûna xwe ya ji bo serokatiya ÎYÎ Partiyê ragihandine.

Di hilbijartinên şaredariyan ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de ÎYÎ Partiyê tenê serokatiya şaredariya parêzgeha Yozgatê bi dest xist û li seranserî Tirkiyeyê milyonek û 735 hezar û 924 deng bi dest xistin ku rêjeya dengê wê ji sedî 3,77 bû.

Di hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyeyê ku 14ê Gulana 2023yan hat kirin de, ÎYÎ Partiyê 4 milyon û 803 hezar û 774 deng bi dest xistibûn ku dike ji sedî 8,82ê rêjeya dengên giştî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst