Akşener li ser banga Erdogan axivî: 'Tu dê pir li hêviyê bimînî'

22-11-2023
RÛDAW
Nîşan Meral Akşener ÎYÎ Partî Recep Tayyîp Erdogan Hilbijartina Serokkomariyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener derbarê guhertina sîstema hilbijartina serokkomariyê de axivî.

Akşenerê got, “Birêz Erdogan eger armanca te ji vê daxuyaniyê, bi rêya guhertina destûrê rakirina şertê 2 caran e, li qisûrê nenêre, tu yê pir li hêviyê bimînî.”

Recep Tayyîp Erdogan 18ê Çiriya Paşînê dema ji Almanyayê vedigeriya di balafirê de ji rojnamegeran re derbarê sîstema hilbijartina serokkomar de axivî û got:

“Ez ji bo guhertina sîstema 50+1ê li ser heman nêrînê me, dê baş bibe.

Eger kesê herî zêde deng wergire bê hilbijartin dê hilbijartina serokkomariyê jî zûtir biqede.

Ji ber sîstema 50+1ê partî rêyên xelet hildibijêrin.”

Piştî MHP, CHP û HEDEPê seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşenerê jî nerazîbûn nîşanî Erdogan da.

Meral Akşener îro di Civîna Koma ÎYÎ Partiyê ya parlamentoyê de li ser gotinên Erdogan axivî û bangî AK Partiyê kir ku wekî ÎYÎ Partiyê bi serê xwe beşdarî hilbijartinê bibin.

“Bi tena serê xwe beşdarî hilbijartinê bibin”

Akşenerê got, “Eger birêz Erdogan ji sîstema tifaqê ku ji ber şertê 50+1ê hatiye sepandin aciz e, ez ji vê derê bang li wî dikim.

Werin hûn AK Partî jî wekî me rê li ber sîstema tifaqê ya ku bi ser welatê me de hatiye sepandin bigirin.

Werin hûn jî wekî me ji bo vekirina nefesa demokrasiya Tirk gavekê bavêjin.

Di hilbijartinên pêş de hûn AK Parti jî wekî ÎYÎ Partiyê bi cesaret bin û bi serê xwe beşdarî hilbijartinê bibin.”

Meral Akşener diyar kir ku eger Erdogan bixwaze bi rêya guhertina destûrê şertê hilbijartina 2 caran rake piştgiriya wî nakin.

“Eger tu dixwazî vê sîstema sosret hîn sosrettir bikî qet li qisûrê nenêre”

Akşener wiha pê de çû “Birêz Erdogan, eger armanca te ji vê daxuyaniyê bi rêya guhertina destûrê rakirina şertê 2 caran e, li qisûrê nenêre, tu yê pir li hêviyê bimînî.

Eger tu van hemû tiştan ji bo ku careke din bêyî hilbijartin dikî, qet li qisûrê nenêre, tu yê pir li hêviyê bimînî.

Eger tu dixwazî vê sîstema sosret hîn zêde sosrettir bikî û ji bo avakirina rejîma takekesî ji xwe re li rêyekê digerî qet li qisûrê nenêre, tu yê pir li hêviyê bimînî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst