Li Silêmaniyê ciwanek hat kuştin

08-05-2025
RÛDAW
Nîşan Şarbajar Silêmanî Nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nobedarekî sînor li qezaya Şarbajêr a Silêmaniyê gule li bav û kurekî reşandin, kur canê xwe ji dest da û bav jî birîndar e.

Bûyer îro berê sibehê saet 05:30î qewimiye, welatiyê bi navê Awat Îsmaîl û kurê wî yê bi navê Arêz Awat Îsmaîl ji aliyê nobedarekî sînor ve hatin gulebarankirin.

Mehmûd Marifê pismamê Awat Îsmaîl behsa bûyerê kir û ji Rûdawê re got:

"Ew bav û kur barekî fermî bi wan re bû û dixwestin bibin Îranê, barê wan jî hatibû gumrikkirin lê li gundê Sûrebanê, li sînorê herêma Şarbajêrê gule li wan hatin reşandin.

Kur hat kuştin û bav jî birîndar bû."

Li gorî gotina Mehmûd ew nobedarê sînor ji aliyê Asayîşê ve hatiye desteserkirin.

Malbata Awat Îsmaîl xelkê gundê Kanî Giwêzê ne. Bav sala 1982yan ji dayik bûye.

Awat Îsmaîl piştî ku birîndar bû sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Silêmaniyê hat kirin.

Cenazeyê Arêz Awat Îsmaîlê 17 salî jî sewqî Saziya Tiba Dadî ya Silêmaniyê hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst