Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê di operasyoneke li dijî DAIŞê de 21 gumanbar hatin desteserkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê de, 24 gumanbar hatin tesbîtkirin ku wan ji bo pêwendiyên rêxistinî yên bi kesên girêdayî DAIŞê re sepana bi navê "Rockhetchat" bi kar aniye, li ser medyaya civakî propagandaya rêxistinê kirine û bi herêmên şer re di nav têkiliyê de bûne.
Hat diyarkirin ku 9 ji wan gumanbaran "çekdarên terorîst" ên biyanî ne.
Tîmên polîsan li 11 navçeyan bi ser 22 navnîşanan de girt û di operasyonê de 21 gumanbar hatin desteserkirin.
Ji bo girtina 3 gumanbarên fîrar jî xebat didomin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse